QAMIŞLO – 8`ê Cotmehê, beriya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Adullah Ocalan bi rojekê, balafirên dewleta Tirk a dagirker akademiya perwerdeyê ya endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li gundê Hemze Begê yê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bombebaran kiribû û di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûbûn û bi dehan jî birîndar bûbûn.
Ji bo bîranîna wan Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Navenda Werzîşê ya Helîq a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê bi dirûşma “Wefadariya bi şehîdên Hemzê Begê re” turnuvaya futbolê 23`yê Cotmehê bi beşdariya 28 tîman ji bajar û bajarokên kantona Qamişloyê dest pê kir.
Duh êvarê, maça dawîn li Stada Şeşgoşe ya Navenda Helîq di navbera Tîma Cîhad Dêrik û Tîma Til Ewr de pêk hat. Beriya destpêkirina maçê, endamê rêveberiya Navenda Helîq Remadan Remo wiha axivî: “Ji bo bîranîna şehîdan ên ku di oxira pêkanîna ewlehiyê de şehîd bûn, me ev turnuva li dar xist. Çi dibe bila bibe em ê li ser vê axê bin.”
Di maçê de Tîma Cîhad Dêrik bi encama 2-1 bi ser ket.
Dawiya turnuvayê, komîteya amadekar tîma yekemîn û tîma duyemîn, listîkvanê herî baş û golvanê turnuvayê xelat kirin.