HESEKÊ – Meşa ku ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve hat birêxistinkirin, ji Çarxerêya Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê dest pê kir û heta sûka navendî dewam kir. Beşdaran alên HPC, YPG/YPJ`ê û pankertên bi nivîsên “Na ji tundiya li dijî jinan re” , “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Rêber APO rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbertî” , “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji tundiyê re” berz kirin.
Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Asya Cûma dest bi axaftinê kir. Asya got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya ku nîşanî jinan daye, jinan xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêve bir û xwe îsbat kir.”
Asya anî ziman ku divê hemû jin heta bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berxwedanê û xwedîderketina li xeta ku Rêber Abdullah Ocalan nîşan daye dewam bikin.
Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Rêbertî” , “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.