HELEB – Îro li bajarê Helebê li boneya 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li hemberê şideta li ser jin meşekî girseyî hat lidarxistin. Meş Saheya Ademo destpêkir heta Cebene berdewam kir. Bi sedan jinên ciwan û şeniyên Helebê tevlî meşê bûn. Giştî meşê de bê navber sloganên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Em Ciwan Em Fedayê Rêber APO” hat avetin.
Pistê meşê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehidên şoreşê hate girtin. Pistî rêzgirtinê, ji hêla endamê Yekitiya Jinên Ciwan Nurşen Nehsen ve axaftiekî hat kirin. Nurşen Nehsen bi destpêkirina axaftina xwe de xêr hatina kesên ku beşdarî meşê bûne kir û wiha berdewam kir.
“Îro em ji bo 25’ê Mijdarê roja tekoşîa li hemberê tundî û qetlima li ser jin kom bûne. Di 25’ê Mijdarê de li Emerikayê Latîn 3 jinên tekoşer a ku xwiskê hevbûn hatin qetilkirin. Piştî katilkirina wan her sê xwişk, jin û gel rabûn ser piyan û ji bo bîranîna wan ev roj vek rojekî berxwedaniyê dan diyarkirin.
Em jî wek jinên Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo kombin û me xwe rexistin û perwerde kir. Bi saya vê fikrê tekoşîna jina Kurd li her deri belav bû. Bi slogana jin jiyan azadi jin li her derî li ser piyan in. Em ji vek Yekitiya Jinen ciwan bi şiara Jin Jiyan Azadi Serbixwe Azadî de hatin gel hev û tekoşina xwe bilind dikin. Bangawaziya me hemû jinên ciwan û jinan ewe ku li hemberî gişti politikayên li ser jin serî rakin û tekoşina xwe bikin. Heri dawi em dibejin Jin Jiyan Azadi Biji Serok Apo Bê Serok Jiyan Nabe”
Çalakî bi dilanên şoreşgerî hat bi dawikirin.