QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo, li taxa Kornîşê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya hemleya navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku di 10″ê Cotmehê li 74 bajaran hat dest pê kirin, û ji bo bal kişandina li ser tecrîdê li ser Rêber Apo, meşekî li dar xistin.
Meş li Kolana Kornîşê derbas bû û bi dehan ciwanan tevlî meşê bûn. Alên Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan û pankartên şehîdên çalakîyan fedayî hatin hildan. Diruşmeyan “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Em Ciwan, can fedayên Ocalan” hatin berz kirin. Di dawîyê meşê de deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê hat girtin û berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger axivî û diyar kir ku ev meş di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat li dar xistin û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan heya ku Rêber Apo azad nebe wê çalakîyên xwe berdewam bikin.