KOBANÊ – Îro li gundê Betê ya Kobanê ji bo salvegera 45’emîn ê damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Tevgera Ciwanên Şoreșger û Yekîtiya Jinên Ciwan pîrozbayîyekî li darxistin, di bin slogana “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî” de. Nêzî 150 ciwan û şênî amade bûn.
Çalakî bi deqeyekî rezgirtin destpê kir û piştre dengê nirxandinên Rêber Apo li ser rastîya gel hat guhdar kirin. Ji aliyê hevserokê meclîsê navçeya Taşlûgê Mihemed Ebdo axaftin hat kirin. Mihemed Ebdo behsa tekoșîna Rêber Apo û tekoșîna tevgera azadiye kir. Piştî wê şahî dest pê kir. Agir hat pê xistin û derdorê wê dîlan hat girtin. Çalakî bi coş û moral berdewam kir.