KOBANÊ – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundê Mezrê Sofiya ji bo piștgiriya hemleyê navnetewî “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ev silogan li ser dîwaran nivîsandin.
Hemle “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” di 10’ê Cotmehê de li 74 bajaran hat dest pê kirin û heya niha li gelek deverên cîhanê tevger û rêxistinên azadîxwaz piştgirîya xwe ya hemleyê ragihandin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakîyên cur bi cur ji bo vê hemleyê û mîsoger kirina azadîya fîzîkîya Rêber Apo û belavkirina fikirê wî li dar dixe.