AMED – Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Esra Okûr diyar kir ku ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi çalakiyên cuda wê li qadan bin.
Esra Okûr ji ANF’ê re axivî û bilêv kir ku zihniyeta serdest a mêran a ji azadiya jinê ditirse, dixwaze tundiyê bike parçeyekî jiyana rojane û xeberdana xwe wiha berdewam kir: “Di serî de em wekî jinên Kurd û hemû jinên cîhanê em ji bo vê yekê têdikoşin. Li dijî zihniyeta serdest a mêran ku tundiyê dike parçeyekî jiyana rojane em ê bersiva xwe li qadan bidin. Em jin di wê baweriyê de ne ku ger em di nava pêkhateyên rêxistinkirî de cih bigirin ev têkoşîn wê ji bo me bibe serketineke mezin.”
EM Ê BI DAXWAZÊN XWE LI QADAN BIN
Okûr bal kişand ku jin rûbirûyî tundî û destdirêjîyê tên û wiha peyivî: “Jin hem tûşî tundiya derûnî û hem jî ya aborî tên. Ji bo pêşî li hemû tundiyên li ser jinan bê girtin, em girîngiyê didin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê. Em dixwazin daxwazên xwe bi ruhê birêxistî li qadan nîşan bidin. Jin dê bi têkoşîna birêxistî jiyana azad ava bikin.”
DIVÊ JIN DI PÊKHATEYÊN BIRÊXISTÎ DE CIH BIGIRE
Okûr anî ziman ku girîng e jin bi tevlîbûna pêkhateyên birêxistî têkoşîna xwe bikin û wiha berdewam kir: “Îro em dibînin ku tevlîbûna jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê a pêkhateyên birêxistî tesîreke mezin li berxwedana li dijî tundiyê dike. Jin wê her tim li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Ji ber vê yekê em weke Komeleya Jinê ya Rosa pir girîngiyê didin çalakiyên 25’ê Mijdarê. Em bang li jinan dikin ku tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin da ku daxwazên xwe xurttir bînin ziman.”