BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li herêma Serhedê;
- 4’ê Mijdarê saet di 19:00 de li qada Gundê Derê yê navçeya Ebexê li hemberî qereqoleke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi sekvaniyê li dagirkeran xist û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist û 2 çeper hatin îmhakirin.
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 21’ê Mijdarê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 22’ê Mijdarê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Kendakola, Goşînê, Girê Berbizina, Girê Rostê, Girê Şehîd Hawar 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”