AACHEN – Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) li bajarê Aachen a Almanya bi Partîya Kesk a Aachen û Meclîsa Şaredariya Aachen hevdîtin kir. Nîqaş li ser rewşa Rojava hate kirin, bi taybet di vê çarçoveyê de: Di nava şoreşê de kîjan netewe û çand hene? Di şoreşê de pêşengiya jinê çawa ye? Rewşa gelê ku di bin êrîşan de ye çawa ye? Demokrasiyê çawa tê pêk anîn? Pêşengiya ciwan û jinên ciwan çawa tê birêxistin kirin?
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.