HESEKÊ – Ciwanên Hesekê girîngiya rola partiya şoreşger PKK’ê ji bo ciwanên Kurdistanê vedibêjin. 45 sal berê PKK ji aliyê Rêber APO ve weke bersiveke ji şehadeta rêheval Hakî Karer û ji bo pêşxistina xeta şoreşgerî ya ku bersivê bide pirsgirêkên gelê Kurd û gelên herêmê hatiye avakirin. PKK îro ne tenê ji bo Kurdistan û gelê Kurd, ji bo hemû gelên ku li cîhanê ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst ve tên bindestkirin, hêviya jiyana azad e.
Ciwanan ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivîn û gotin:
Dema Serokatî PKK avakir 10 kes bûn, niha bûn milyonan
Navê min Halîma Esmayne û bajarê Hesekê me. Weke Jinên Ciwan em dibejîn tesîra dema PKK avabû çebû. Me pir hêjan girt dema me bihist tişteke weke PKK hatiyê avakirin, taybet ji bo heqê jinê û ciwanên jî.
Dema me (wek gel) hin nebihistiyê, me gohdarnekir PKK hatiyê avakirin, taybet jin tinê bû û taybet dewra ciwan di nava civakê weke xebat bike an tişteke bike jî tinebû. Dema PKK avabû rastî nirxê gelan derket, ji bo hemû gelan em dibejin. Her derî de, tu kijan gel be kijan netew be, arab be, suriyan be derket hole.
Ser wî esasî ev tişta avabuye. Weke mîrovatî avakirin. Em pir we tiştî bandor bûn wedere û dema me bihist we fikra heye me gelek caran bawer nekir. Dema em ketin nav, me dît, me esasê wan dît, dema me wan naskir tişteke pir xweş bû rastî jî. Yanî ev tişta avabû, salvagera wan te, tişteke em wan re bejin, tiştek em hindira xwe de derxinin rastî tişteke pir hejan insan re çedibe.
Weke Serokatî wan fikra belav kiriyê di nav gel de. Yanî em bejin her tişt heye em we rastî jî bînin ser ziman û her tişta di nava wî gelî avabûyê. Ji bo jinên, ji bo ciwan. Ji bo ciwanan taybet. Dema em wergeren despêke wan tiştan tine bû yani. Wan tişta pêk nehatibû. Ev tişteke îsrar kir, tişteke ku ewqas dewlet dijî wan de bû, dewlet işkence ser wan kirin, ewqas tişt be bihistiyê jî ama wan îsrar kir ser wî tiştî, ser wî fikirî. We fikîr esas girtin. Ser we fikirî gel rexstin kirin, gihiştine asteke ku roja îro derketin û anha em diaxifin bi zimanê xwe û tişten xwe, dîroka xwe û her tişte xwe em diaxifin. Taybet ez weke jinekê ciwanim ez derkevim, ez diaxifim, ez ê nerîna xwe bejim, ez tiştan xwe bejim weke mesela ev xebata mine. Ev tişteke pir pîroze ku em gihiştine we aste yanî. Tarixa wanê ku wergere rastî em pir hejan digirin heya roja îro. Ewqas sal derbas bûyî, tijî kiriye, ewqas tekoşin hatiyê kirin, ewqas Şehîd jî me danê bes disa em ê wî tiştî pir bi hejan digirin û pir keyxwesin em gihiştin we aste. Em li vir ewqas xebat bikin, ewqas gel em bihevdura tekoşin bikin, em bi ewqas gel bibin nerînek yanî. Em nerînek di nav gel de, em bi we xebate di nav gel de nerîneke bikin.
Wek fikre Serokatî em her derî belav bikin û rastî tişteke pir xweşê ku em wî karê dikin. Berê cara me xebat dikir, em diçûn me niqaş dikir yanî em nasbikin wî PKK kiyê. Em nerînê we bibin. Mesela dikarim hinekan bibem PKK kiyê. Dema ji me re bibeje eceba mirov eceyb dimine dibeje çawa PKK ev kir û kudere heye? Mesele em dibejin çiya heye, we fikirî Serokatî heye. Ewqas sal di zindane de ye jî, disa fikrê xwe ji her derî de belav kiriyê û bandor kiriye. Ewqas gel pey we ketiye yanî. Berê Serokatî bi tene bû û dema ev tişta avakir belkî 10 kesa bû anha bû milyonan, milyaran.
Di her welet bi we fikre Serokatî tekoşin kirî. Dema wî tiştî bibîne gel we gel pir bandor dibe. Ev tişta avabûyê, pê keyxweş dibin. Taybet hevalê me yen çiya dema wî tiştî belav dikin, dema em wana dibînin em gelekî hejan digirin. Taybet jinê û hevalê me gerîla em dibînen ji wan tiştan esas girtin weke quweteke jinê, ye jinê derketiyê ku wedere belav dibe, wedere bibe îrade û her derê xebat dike. Wan tişteke pir xweşe wan tişta avabûye. Rastî em pir keyxweşbûn wan tişta hat avakirin û her derî hat belav kirin. Berê ku dema me tiştan bihist, weleh me ewqas nebihist. Me nav bihist bes. Naveroka we, hindire we esasî me nebihist, dema me bihist rastî em gelekî pe bandor bûn wan tiştan avabû, wan tiştan çebû. Tekoşina we, tişten we dema mirov we de nasdike mirov pir be keyxweş dibe. Ez serkeftin ji wan re dixwazim.
PKK îradeyeke
Navê min Medya Abdulrahman e, ez Reverberiya Jinên Ciwanên Şoreşger ya bajarê Hesekê me. Di serî de weke salvagera PKK ku 45 salî xwe edî xelas dike, dikeve 46’ an de, em we salvagerê ji hemû gelên xwe, ji hemû welatparêzen xwe, ji hemû malbatên Şehîdan û bi taybet ji şervanên ku niha di çepen şer de şer dikin, di nava şikeftan de, li serî çiya em hemû ji wan şervanan, ji wan qeremanan em pîroz dikin. Bi taybet ji Rêberê ku ev hêza avakiriyê, li Rêberê Mirovahiyê em Rêberê xwe pîroz dikin. Em dibejin PKK weke îradeyeke. PKK weke nasnameyeke ku hemû kes ser xete jiyan bikin ji ber ku PKK li ser fikrê û felsefeya Rêber APO hatiyê avakirin, hatiyê perwerde kirin û edî di nava gel de xwe belav kiryê û gel perwerde kiriye. Ji bo we jî em gihaştin niha heya we aste ev berxwedaniya mezin di nava bajaran û li ser çiyan de, bi hêza PKK em gihaştin we aste. Ji ber ku we hêz li cem Rêbertî hat despekirin. Em niha hemû disanin ku ev hêza ku li PKK bi fikir û ramanên Rêber APO ye hatiyê avakirin. Bi tekoşina Rêber APO ye, bi hevpariya ku, ew perwerdeya bi Rêber APO di nav xwe de hat hevpar kirin bi we hêze PKK hatiyê avakirin. Ji bo we PKK ji me re weke îradeyeke. Eger PKK ninbiba, em jî niha ninbabana wedere.
Bi taybet ji bo Jinên Ciwan, bi taybet ji bo jinên ku di nava malbatên de di nava çar diwaran de zîlm ditîtin ji bo we jî PKK weke îradeyeke, weke hêzeke bi we ev diwarê be şikenandin. Ew tirsa ku ji hindire xwe de hatibû avakirin, di hindire malbatê de hatiyê şikendandin û hemû jin li ser wî fikirî û felsefe gihaştiyê asteke ku xwe weke berpirsyarekê dibîne û civakekê birevebibe, azad dike, civakekê edî perwerde dike. Ji bo we jî bi taybet weke jin ez binim ser xwe, PKK ji min re îradeyekê li hindire min de avakir. Ez bejim PKK weke nasnameyeke ku di nava civakê de, di nava hemû gel de hatiyê avakirin. PKK ji me re weke nasnameyeke. Nasnameya me ya weke kurd taybet tine bu lê dema PKK hatiyê avakirin, edî nasnameya me hat wegerandin, edî ew hêz hat wegerandin, zimanê me, çanda me û exlaqê me hemû edî pe re hatiyê wegerandin. Ji bo we jî PKK ji me re weke rojekê nû ye, ji bo hemû gelan, ji bo hemû netewan ji bo her kes bihevra jiyan bikin, her kes bihevra edî li dijî faşistan şer bike, li dijî dijminan hovanê ku şev û roj li ser me êrîş dikin, li dijî wan edî bikaribibin şer bikin,bi hêza xwe, bi îradeya xwe.
Ji bo we jî weke niha PKK ji me re te çi wateyê. Ji bo me re bi wateya ku jiyanekê nû, jiyanekê xweş, jiyanekê azad. Ji bo we jî em salvagera PKK despeke li şexiyeta xwe jin em ji xwe pîroz dikin, em ew hêza ku bi PKK hatiyê avakirin di nav me de, ew hêza jî em ji bo Rêber APO, em ew hêza em pîroz dikin. Ji ber ku ew kesa na ku niha di hinire şer, di hindire tûnelan de bi hezaran Şehîd jî hatiyê kirin ku bi çekên kimyawî hatin şehîd xistin ew jî ji bo me re bûn hêzeke. Ji ber ku her Şehîde me hêza me zedetir dike. PKK me wisa alimandiyê û ne tene meselen şehîdek me bikeve, eme zist bibin. Em bi Şehîden xwe ve giredayne, em bi Şehîden xwe hêza xwe digerin, bi Şehîden xwe hesta me tolê jî bilind tir dibe. Ji bo we jî em we salvagerê, ji hemûyan pîroz dikin û em dibejîn PKK îrade me yê, gel ji bi PKK be, PKK ji we gel be. Ji bo we jî em dikarin, weke bangawaziyeke ji bo hemû ciwanan, hemû jinên ciwan, hemû gelê xwe ku îro heya niha em gihaştinê we aste em edî bi PKK re jiyaneke xweş, jiyanekê azad bijîn û em tola şehîden xwe rakin û em her kes re bibejîn PKK em in û em jî PKK ne.
Em bihevra we pîrozbahiyeke mezin em bikin heta ku hemû dûnya nasbike û ne tene PKK li çiyayên azad şer dikin, edî ciwan jî bi we re şer bikin ji bo ku ev dijmine me em têk dibin.
Serkeftin ji hemû hevalan re û bijî berxwedana PKK’ê!
Ez weke ciwanekê Ermen salvagera PKK pîroz dikim
Navê min Levan ez ciwaneke ermenî me a meclisa sûriyê demokratîk. Di despeke de ez nû ketime di karê rexistinê de û me karê rexstinê pir xweş dît. Yekîtî heye, wek ermenen ciwan hene û ereb û kurd û assuriyan û giştî bihevranên, tişteke xweşe. Hezkirina min pir li cem we heye û 00:29 cem wan nine. Di we ketina min di karê meclisê de min peşketin pir dît û bi felsefeya Rêber APO re hezkirin çebûye, hevaltî çebuyê û wekhevî çebû û pir tişten din ên xweş hebûn.
Ez salvagera damezrandina PKK pîroz dikim û ez hevî me hemû ciwanên ku li Rojava û derve Rojava xwedî ji we Partî ya xwe dekevin.