KOBANÊ – Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê li gelek deverên bajarê Kobanê dest bi xebatên rêxistinkirin û hişyarkirinê kirin. Li ser vê bingehê endamên Yekitiya Jinên Ciwan Neda, Ruhana û Şîraz Mûslûm têkildarî nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ji ajansa me re axivîn.
Em li hember tûndiya li ser jin bêdeng neminin
Navê min Neda ye. Ez Jinên Ciwan ya herema Firatê me. 25‘ê Mijdarê jî tê, ev rojekê ku hatiyê îlankirin ku tûndiya ku li ser tê kirin. Le ji xwe em wek Jinên Ciwan wek jin bi giştî em berxwedaniya li hember wê dikin û tekoşîn dikin û heta roja me ya îro em roj bi roj tekoşîn li hember tûndiya ku li ser Jinê te kirin, bikin.
Lê heta beriya çend roja jî hevalekê jin li Qamişlo disa hat kuştin, hat qetîlkirin. Ev jî nişand dide ku di wî 25‘ê Mijdarê de qetilkirina jina hin tûne nebuye, hin nehatiyê rakirin ji cihanê giştî. Lê dibe em jî berxwedaniya vê bikin û em bêhêz neminin ku em bikaribin rol û misyona jin hin bêtir derxinin holê û bikaribin çiqas xwe parastin bikin li hember her tiştî ku êrîşê me dike û wê tinê bikin.
Di vêdere de em bikarbin çiqas xwe bihêz bikin, xwe perwerde bikin bi fikîr û felsefeya Rêber APO, em hin bêhtir xwe zanist bikin ku em bikaribin ser xwe bisekinin û sekneke xort bidin avakirin. Ji bo hemû Jinên Ciwan ez bangawazî dikim ji bo bikaribin him xwe perwerde bikin, him xwe bihêz bikin ku bikaribin sekna xwe avabikin. Li hember her tûndiya ku li ser jinê te kirin em bêdeng neminin.
Em bi xwendina Rêber APO xwedî hêzen
Navê min Ruhana. Ez ji bajarê Kobanê me. Endamê Yekîtiya Jinên Ciwan im. Wekê hûn dizanin 25‘ê Mijdarê roja tekoşîna li hemberî tûndiya li ser jinê ye. Ya ama em niha dibînin jin heta roja îro te qetîlkirin, te tecavûzkirin. Heya roja me îro jin berxwe dide. Zilam ser wî êrîş dike, êrîşên dewleta dagirkera Tirk taybet li ser jin dike, ji ber ku îradeya Jin xorte û hêzeke di jinê de heye ku em bejin zilam, dewleta dagirkera tirk êrîşê xwe li ser wî tine. Ji ber ew dizanin hêzeke di jinê de heye.
Em bejin 25‘ê Mijdarê roja li hember tûndiya li ser jinê, ama ev tişt şaşê em bejin, jin îradeya xwe heye ku her tiştî dikarê bike. Dikarê di xeta yekem de şer bike, dikarê saziyekê bi rêvebibe, dikare di her awahî de kar û xebat bimeşîne. Jin xwedî hêze, xwedî îradeye.
Her jinêk di bin fikrî û felsefeya Rêber APO de, bi rêya pirtûken Rêber APO xwendin, bi rêya perwerde de jine gihiştiye asteke ku jin xwedî hêz bûye. Niha em dibejin 25‘ê Mijdarê ne terkerê, ji ber di wê rojê tenê de em bejin jin tekoşîn bike, xwe bi hêz bike, pewiste em bejin her roj tekoşîn bike û xwe bi hêz bike ji bo em ev tûndiyê li ser hemû jinan em rakin.
Em wek jinên ciwan tu car naşkên
Navê min Şiraz Mislim e. Ez kar û xebate werzişe dikim li herema Firatê. Ev tûndiya li ser jinê dibe, ev êrîşê li ser jin dibe, hertim dixwazin me jinan tine bikin, bêhêz bikin. Bê îrade bikin, hertim jin bişkinin. Em wek jinên ciwan tu car naşkên, em bi fikr û felsefeya Rêber Apo ne, bi rêya Rêber Apo, em bi rêya Serokê xwe xwe azad bikin.
Bangawaziya me wek jinên ciwan dixwazin, em hertim bi fikir û felsefeya Rêber Apo bin, rêya Rêber Apo bişopinin ku em wek Jin xwe azad bikin. Me bi ciwantî despê kir emê bi ciwantî jî bi ser bikevin.