KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreșger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Şêranê çalakîyekÎ ji bo pirozkirina salvegera 45’emîn a damezradina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li darxistin. Bi dehan ciwan û şênî amade bûn. Di vê çarçoveyê de pîrozbahîyê bi deqayekî rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî wê dengê nirxandinên Rêber Apo li ser avabûna PKK hat guhdarkirin û axaftin ji aliyê hevserokê Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Şêranê Ebdileziz Hec Mahud ve hat kirin. Di axaftina xwe de behsa tekoșîna Rêber Apo kir u keda ku rêxistina PKK daye ji bo gihandina vê astê. Di dawîyê de dîlanê kurdî hat girtin.