AMÛDÊ – Dewleta Tirk a dagirker malbatek dema ji gundê Çolê yê ku lê dijîn bi wesayîtan diçûn bajarê Amûdê, bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de ji heman malbatê 3 kes bi giranî birîndar bûn. Hate hînbûn ku endamê malbatê Ciwan Silêman Mihemed bi giranî birîndar bûbû şehîd bûye.
Navên birîndaran wiha ne: Munîr Ebed Faris, Ronak Silêman Mihemed.