BELÎN – Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) derbasî bajarê Berlîn a Almanya bûn û li wir bi parlamentera Partîya Çep Clara Binger hevdîtin kirin û komên çepger ên enternasyonalîst panelekî li darxistin.
Ciwanên MSD li Parlamento Federal a Almanya li Berlînê bi parlementera Partîya Çep Clara Binger hevdîtin kirin û bi taybet li ser ciwanên koçber ên ji Sûriyê li Almanya û çawa wan bi rêxistin bikin ji bo ku çanda xwe biparêzin nîqaş kirin. Parlementera Clara Binger dest nîşan kir ku amade ye ji bo ku di mijarên têkildarî ciwanên koçber de alîkariyê bike.
Li Berlînê jî Ciwanên MSD bi komên çepger ên enternasyonalîst panelekî li dar xistin. Nêzî 35 kes amade bûn û nîqaş li ser Şoreşa Rojava, rewşa heyî yê êrîşên dewleta Tirk a dagirker, rewşa gel, jin û ciwan û rola wan di nav şoreşê de hat kirin.
Nûnerên Ciwanên MSD ji bo yekemîn konferansa ciwanan a cîhanî, ku di dest pê kê Mijdarê li Parîsê pêkhat, hatin Ewrûpa û niha li gelek bajaran têkîlî bi hereket û rêxistinên ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst ava dikin ji bo danasîna şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, fikirê Rêber Apo a Konfederalîzmê Demokratîk û rola tevgera ciwanan di nav wan de.