REQA – Îro bi sedan jin û şêniyên bajarên Reqa û Tebqayê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi hev re li Reqa meşiyan.
Meş li ber Nexweşxaneya Zarokan destpê kir û bi dirûşmeyên piştgiriya tekoşîna jinan û hilgirtina pankartên bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” derbas bû heya gihêşt Qada Jina Azad a Reqayê. Piştre beşdaran meşê deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên şoreşê sekînîn û li ser navê Meclîsa Jin, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî. Di axaftinê xwe de tekoşînê azadiya jinê pîroz kir û rola jinê di azadiya civakê de diyar kir. Di dawîyê de Qada Jina Azad hat vekirin.
Ji ber qetilkirina 3 xwîşkên çalakvanên sîyasî di 25’ê Mijdarê 1960’an de ji aliyê Komara Domînîkan ve, ev roj wek rojekî li dijî tundî û kuştina jin hat hilbijartin û di sala 2000’an de Rêxistina Netewên Yekbuyî 25’ê Mijdarê vê fermî kir. Di giştî welatên cîhanê de ji aliyê rêxistinên parastina mafên jin û tevgerên azadîxwaz û pêşverû çalakîyên ji bo 25’ê Mijdarê tên li darxistin.