KOBANÊ – Yekitîya Jinên Ciwan yê li navceya qeneye ya bajare Kobane ji bo pîrozkirina 27’ê Mijdarê, salvegera 45’emîn a Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahîyek li dar xistin. Bi sedan ciwan û şênîyên Qeneye tevlî şahî bûn û alên rêber û damezrînerê PKK Rêber Apo hildan.
Şahî bi siloganên “BIJÎ BERXWEDANA PKK” û “BIJÎ SEROK APO” bi dawî bû.