TIL BIRAK – Ciwanên Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 25’ê Mijdarê, roja navnetewî li dijî tundiya li ser jinê, semînerekî li dar xistin. 30 kes beşdarî semîner bûn. Semîner bal kişand li ser asta kuştina û şîdetê li ser jin ji aliyê mêr û girîngîya tekoşîna azadîya jin ji bo bersivdayîna wê.
Ji ber qetilkirina 3 xwîşkên çalakvanên sîyasî di 25’ê Mijdarê 1960’an de ji aliyê Komara Domînîkan ve, ev roj wek rojekî li dijî tundî û kuştina jin hat hilbijartin û di sala 2000’an de Rêxistina Netewên Yekbuyî 25’ê Mijdarê vê fermî kir. Di giştî welatên cîhanê de ji aliyê rêxistinên parastina mafên jin û tevgerên azadîxwaz û pêşverû çalakîyên ji bo 25’ê Mijdarê tên li darxistin.