ŞEHBA – Ajansa me Nûçe Ciwan li Şehba reportaj bi 5 ciwanên girt ku bangawazîya xwe ji bo meşa dirêj rave dikin, ku wê di 29’ê Mijdarê de li Qamişlo dest pê bike û 3 rojan heya Dêrîkê berdewam bike. Ev meş ji bo silavkirina hemleya “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ û pîrozkirina salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji alîyê rêxistinên ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin.
Cihê Kombûyînê: Qamişlo, Medînê Şebab
Saet û Dîrok: 09:00 – 29.11.2023