ŞEHBA – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şehba çalakîyekî ji bo pîrozbahîya 27’ê Mijdarê li darxistin. Bi sedan ciwan û şenîyên Şehba bi boneya salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kom bûn. Alekî mezin ê PKK û alên Rêber Apo hatin hildan. Axaftinên li ser tekoşîna 45 salî ya PKK hatin kirin û piştî wê govend hat girtin. Şahî heya dawî bi coş berdewam kir.