ELÎH – Weke ku tê zanîn di 4’ê Tebaxa îsal de 3 gerîlayên YJA-STAR’ê li Bagokê bi dewleta Tirk a faşîst a dagirker re bi fedaî şer kirin û piştre şehîd bûn. Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Dîcle Eylem (Leyla Gulcû), Gulbahar Mercan (Şekirnaz Kaplan) û Eylem Munzur (Emîne Kaplan) ên di 4’ê Tebaxê de di êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bagokê de şehîd bibûn, piştî 143 rojan radestî malbatên wan hatibû kirin.
Li ser vê bingehê Ciwanên Elîh ên Apoy ji bo şermezarkirina nêzîkatiya bêexlaqî ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî cenazeyên gerîlayan û bîranîna her sê hevalan, li navenda Elîhê meşek li dar xistin.
Di meşê de ciwanan gelek caran bê navber siloganên “Şehîd Namirin” û “Ey Şehîd Xwîna te Ardê Namine” berz kirin.
Bi vê meşê ciwanên Apoyî diyar kirin ku ew ê her tim li ser şopa şehîdan bimeşin û teqez tola wan hilînin.