DÊRÎKÊ – Îro li bajarê Dêrîkê bi pêşengtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera 45’emîn ê damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat pîroz kirin. Çalakî bi meşekî sayarê dest pê kir û piştre veguherî şahîyekî. Agir di orteyê qada hat pêxistin û derdora wê govend hat girtin.
PKK di 26 û 27’ê Mijdarê 1978 de li gundê Fîsê yê navçeyê Lice yê Amedê, di civînekî ku 22 kes tê de beşdar bûn, hat damezrandin. Bi pêşengtîya Rêber Apo û tevahî şoreşgerên ku heya dawî ji bo şoreşê tekoşîn kirin, PKK di sala xwe yê 46’emîn bû hêzekî şoreşger ê pêşeng di asta navnetewî de û her ku diçe berfirehtir dibe.