BEHDÎNAN – 15 şervanên jinên ciwan bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku wan 45. salvegera damezrandina PKK’ê ya 27’ê Mijdarê bi tevlîbûna li nava refên PKK’ê silav dikin.
Di destpêka daxuyaniyê de şervanên jin ên ciwan diyar kirin ku ew salvegera damezrandina PKK’ê bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azad pîroz dikin û destnîşan kirin ku ew ê hemû nirxên PKK’ê yên di şexsê şehîdan de hatine afirandin biparêzin. Jinên ciwan diyar kirin ku çirûska 27’ê Mijdarê encama ciwantiyê, ango ruhê APO’yî ye û ji ber vê yekê her tim bûne hedefa dijmin. Jinên ciwan diyar kirin ku dijmin hewl dide ciwanan ji felsefeya Rêbertiyê dûr bixe, diyar kirin ku ew ê ti carî ji xeta xwe APO’gerî tawîz nedin.
Di dawiyê de jinên ciwan ên şervan bang li hemû jinên ciwan kirin ku tevlî nava refên azadiyê bibin û gotin, “Ciwanên Kurd bi awayekî din nikarin rojeke wiha dîrokî pîroz bikin. Em ancax bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikarin vê roja dîrokî bi serbilindî pîroz bikin. Bila dijmin bizane ku em ê çirûska 27’ê Mijdarê hîn gurtir bikin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Em di serî de 27’ê Mijdarê li Rêber APO, şehîdên xwe û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin. Salvegera avabûna PKK’ê serketina mezin e. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e. Rêber APO got: “PKK helbestek e, sitranek e û destanekî bê dawiye.’’ Em jî dibêjin, “PKK eşq û îradeye jinên ciwanan e.” Em vê roja dîrokî bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azad pîroz dikin. Hemû nirxên PKK’ê ji aliyê şehîdên berxwedêr ve hatiye avakirin. Ji şexsê şehîdên me yên mezin Ş. Hakî Karer, Ş. Bêritan, Ş. Zîlan Ş. Sara bigre heta Ş. Delal Amed…Û heya roja me ya îro jî ev nirx ji aliyê şehîdên me yên pêşeng yên weke S. Vejîn Jiyan ve tên parastin. Bi tevlîbûna me, em sond di xwon ku em ê van nirxan biparêzin.
Partiya me PKK dikeve sala xwe ya 46’emîn. 45 salên tijî têkoşîna şoreşgerî ya bênavber. Di van 45 salan de berdêlên pir giranbuha hatine dayin. Di sala dawî de dijmin her alî de xwest êrîşî têkoşîna azadiya Kurd bike. Bê guman ev nîşaneya tûnebûyina wan e,ji ber vê jî dewleta Tirk a faşîst bi çekên kîmyewî êrîşî hevalên me yên li çiyê kir. Em tu carî dîmenên Şehit Baz Mordem û Helbest Koçerîn ji bîr nakin.
Herî dawî jî bi awayekî tirsonek êrîşî hevalên me yên ciwan ên pêşeng weke Şehîd Vejîn Jiyan kirin. Çirûska 27’ê Mijdarê encama ruhê apoî ciwantiyê bû. Ji ber vê yekê jî ciwan bi taybetî jinên ciwan her ku diçe dibin hedefe dijmin. Dijmin nikare tehemûlê bike ku em weke jinên ciwan bi felsefeya Rêbertî ji bo azadiya xwe têdikoşin û hêztir dibin.
Lê dîsan jî em ti caran ji xeta xwe ya Apogerî tawîz nadin. Gerîllayên li qadên parastina medya bersivên dîrokî didin dijmin. Heval Şehîd Sara û Rûken li navenda bajarê Mêrsînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek fedayî pêk anîn. Ev çalakiya her du hevalan heta roja îro dijmin matmayî dihêle. Piştî êrîşa li ser Şehîd Vejîn Jiyan bi dehan jinên ciwan tevlî Gerîla bûn, Em jî dixwazin tola hezaran şehîdên xwe bi tevlîbûna xwe ya di fikir û felsefeya Rêber APO re bersîv bidin. Wê dagirker tu carî negihêjin armanca xwe, ji ber ku em PKK’yî ne, em APOYî ne.
Weke jinên ciwan tenê bi tevlîbûna di nava refên gerîla ve em dikarin rojeke wiha dîrokî bersiv bibin. Ji ber vê em tevlî berxwedana Gerîla dibin. Dijmin divê bizane ku çiqasî êrişê gelê me, rêhevalên me dikin, em ê weke jinên ciwanên Kurd ewqasî bi biryar tevlî nav refên PKK’ê bibin. Dema yek Vejîn Şehîd dikeve, wê bi sedan Vejîn rabibin. Ji ber wê bila her kes bi PKK’ê serbilind be.
Di dawiyê de em bang li hemû jinên ciwanên Kurd dikin ku tevlî refên azadiyê bibin. Ciwanên Kurd nikarin rojeke wiha dîrokî bi awayekî ji rezê pîroz bikin. Na. Tenê bi tevlîbûna nava refên Gerîla em dikarin roja dîrokî bi serbilindi pîroz bikin. Bila dijmin bizane ku em ê çirûska 27’ê Mijdarê gurtir bikin.”
Bijî Serok Apo
Bijî Partiya Karkarên Kurdîstan
Bê Serok Jiyan Nabe
Jin Jiyan Azadî