BEHDÎNAN – Di pîrozbahiya ku li Metîna hat lidarxistin de yek ji fermandarên YJA Starê Sozan Mêrdîn axivî. Sozan Mêrdîn di axaftina xwe de 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê li hemû cangoriyên azadiyê bi taybetî li Rêber Apo pîroz kir.
Sozan Mêrdîn, diyar kir ku meşa azadiyê di şexsê Hakî Karer de destpê kir û destnîşan kir ku Rêber Apo PKK’ê ji bo layîqbûna şehîdan wek pêwîstiyeke hatiye avakirin û got, “Ev doz ne dozeke asayî ye. Ev doz dozeke ku bi xwîna şehîdan mezin bûye. Bi saya şehîdên xwe em bûn partiyeke rêxistinî û artêşeke birêxistinkirî. Ev hemû bi baweriyeke mezin û bi berdêlên mezin hatin avakirin.”
‘BINGEHA PKK’Ê SAXLEM HATIYE DANÎN’
Sozan Mêrdîn, anî ziman ku PKK ti carî qels nebûye û her ku diçe bi hêztir dibe û got, “Ji ber ku PKK bi gelê xwe re bû yek. PKK’ê ji bo gelên bindest hatiye avakirin. Bi saya PKK’ê gelê me êdî xwe nas kir, ev rewş weke gelê bindest qebûl nekir û ji bo mafên xwe bidest bixin her roj li kolanan li ber xwe dide. Û bi vê yekê serbilind in.”
Sozan Mêrdîn, da zanîn ku gerîlayên azadiya Kurdistanê dengê gelê Kurd dibihîzin û baweriya wan heta dawî heye ku gel wê xwedî li gerîla û Abdullah Ocalan derkeve û got, “Em salvegera damezrandina PKK’ê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz dikin.”
Piştî axaftina Sozan Mêrdîn gerîlayan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Gerîlayan piştre bi gerandina govendê re 27’ê Mijdarê pîroz kirin.