NAVENDA NUÇEYAN – Li gelek navendên Ewropayê salvegera 45’emîn a demezirandina PKK’ê bi şahiyên girseyî hatin pîrozkirin.
Belçîkayê
Li bajarê Aarschot ê Belçîkayê salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin.
Di destpêka çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li ser wateya rojê axivî.
Kartal anî ziman ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye û got, “Beriya PKK’ê li çar aliyên Kurdistanê bêhêvîtî, bêmoralî hebû. Dagirkeran bi her awayî serweriya xwe li ser Kurdistanê dewam dikirin. Revek ji Kurdîtiyê hebû. Ji ber vê yekê em dibêjin roja vejînê. Ya ku Rêber Apo û hevalên wî destpêkê kirin ew bû ku mêtingerî û dagirkerî di mejiyê xwe de tune kirin û bi vî rengî bingehek danîn. Eger em xwe weke hevrêyên Rêber Apo dibînin, eger rabirdû û rastiya xwe zanin, divê em bi her awayî xwedî li Rêber Apo derkevin. Bi saya vê partiyê jinê xwe nas kir, bi vî rengî veguherî hêzekê. Em îro dibînin ku PKK li çar aliyên Kurdistanê û ji gelên herêmê re pêşengiyê dike. Xwedî hêz e. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji welatê me destpê kir û li cîhanê belav bû. Ji ber fikrên Rêber Apo gelên cîhanê hemû dibêjin ‘Em li dijî tecrîdê ne, piştgiriyê didin gelê Kurd û Rêber Apo silav dikin’. Ji ber berxwedana Rêber Apo û PKK’ê dewletên dagirker qirkirinê li Kurdan ferz dikin. Em îro pêşengiyê ji jiyaneke azad re dikin. Di heman demê de dibêjin ku têkçûna dagirkeriya dewleta Tirk û dagirkeriya li tevahiya Kurdsitanê bi yekîtiya Kurdan, bi avakirina jiyana azad dibe. Em îro karên xwe li ser bingeha ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ dimeşînin. Dirûşma vê demê ev e. Divê her kes bikeve bin vî barî. Divê xwedî li vê pêngavê derkevin û hîn xurt bikin. Em dibêjin, roj wê bê em ê Rêber Apo li paytexta welatê xwe pêşwazî bikin. Li ser vê bingehê em salvegera damezrandinê ya partiyê pêşwazî dikin.”
Salona pîrozbahiyê bi alên PKK’ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin. Girseya gel ku ji bajarên cuda yên Belçîkayê hatin dirûşmên “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” qîriya.
DÛÎSBÛRG
Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê (DKTM) û Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê pîrozbahî hat lidarxistin. Nêzî 800 kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di salona pîrozbahiyê de pankarta ku salvegera 45’an a PKK pîroz dike û wêneyên Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin. Her wiha quncika şehîdan hate amadekirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Siyasetmedar Ahmet Aktaş û Hevseroka Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Fatma Ozer axivîn.
Di pîrozbahiyê de peyama MLKP a Dûîsbûrgê hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Em salvegera 45’an a Tevgera Azadiyê ya Kurd pîroz dikin, îradeya şoreşgerî ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev dîrok afirandiye silav dikin. Em şehîdên xwe ku bi can û xwîna xwe ev dîrok afirandine, bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînin.”
Piştî axaftinan Koma Agirê Roj, Koma Stêrkê Welat, Narînxan, Rodî û Lorîn Nîsebîn û Sîpan Xelat derketin ser dikê. Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna 45 salên dawî ya PKK’ê hate nîşandan û li ber stranên Koma Agirê Roj govend hat gerandin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” heta saetên dereng dewam kir.
KOLN
Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi girseyî hat pîrozkirin. Kurdistanî ji bajarên Koln, Bonn, Aachen, Duren, Mechenheîm, Eûskîrchen, Troîsdorf, Bergîsch Gladbach û Leverkûsenê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de hunermend Bermal Çem, Ergîn Xelîkan û Serhado derketin ser dikê. Derhêner û lîstikvanê şanoyê Amele ku ji sala 1979’an û vir ve di nava xebatên hunerî yên şoreşa Kurdistanê de cih digire jî beşdarî şevê bû û bi Koma Şanoya Hêvî re şanoyek pêşkêş kir.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KCDK-E) Engîn Sever, Siyasetmedar Hacî Çelîk û nûnerê MLKP’ê Şafak Denîz axivîn. Engîn Sever da zanîn ku sîstema tecrîdê ku zêdeyî 3 sal in didome, êrîşa çikandina bêhna gelê Kurd e.
Sever got ku weke bersiva êrîşan têkoşîn û hêviya azadiyê her roj mezin dibe û diyar kir ku şoreşa Rojava di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de bi şoreşa jinê pêşketiye û ji bo civakên berxwedêr bûye mînak.
Nûnerê MLKP’ê Şafak Denîz jî salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê û salvegera 30’an a damezrandina MLKP’ê pîroz kir. Denîz wiha got: “Tevgera PKK’ê weke ku Abdullah Ocalan got, tevgereke helbest û roman e.” Şafak Denîz bang li hemû gel kir ku beşdarî pîrozbahiya salvegera 30’an a MLKP’ê bibin ku wê hefteya bê li Kolnê bê lidarxistin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê cejna vejînê hat pîrozkirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Mannheîmê Halîs Dogan axaftina vekirinê kir û wiha got: “Partiya me 45 sal in li ser piyan e. Di dîrokê de tu tevgereke ku rûbirûyê gefên îmha û qedexeyan maye, li ser piyan nemaye. Em silav û rêzên xwe ji mîmarê partiya me Rêber Apo re dişînin ku ev îradeya qayîm raber kir.”
Partiya Dîe Lînkê jî bi peyameke tevlî pîrozbahiyê bû. Di peyamê de hat destnîşankirin ku ew ji sala 1982’an ve ku partiya wan hatine avakirin, bi gelê Kurd re dost in û dijminatiya 30 salan a dewleta Elman li dijî PKK’ê şermezarkirin. Di peyamê de hat xwestin ku demildest qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û Rêber APO azad bibe. Piştre peyamên rêxistinên dost ên din jî hatin xwendin.
Di pîrozbahiyê de Hozan Seher, Seyda Perînçek, Yaşar Şevî û Koma Sînan stranên xwe pêşkeş kirin û Remocan jî skeçek pêşkeş kir. Pîrozbahiya ku beşdaran bi coşek mezin govend gerandin, bi dirûşmeyên “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” heta saetên dereng berdewam kir.
BELLÎNZONA
Li bajarê Bellinzonayê ku paytexta kantona Ticino ya Swîsreyê ji bo pîrozkirina salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê û balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber APO meşek meşaleyî hat lidarxistin.
Meşa girseyî ji stasyona trenê ya Bellînzonayê destpê kir û heta kolana Vîa Lûdovîco dewam kir. Her wiha bi sedan belavokên bi zimanê Îtalî ku li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO in, hatin belavkirin. Meşa ku li ber derê bi dirûşme, meşale û stranan dewam kir, heta Parka Vîa Dogana dewam kir.
Li vir li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd daxuyanî hate dayîn û salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.
STRASBOÛRG
Salvegera 45’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Kurdên li bajar bi girseyî tevlî pîrozbahiyê bû. Li eywana ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, wêneyên kadroyên damezrîner ên PKK’ê, wêneyên şehîdên azadiya Kurdistanê û pankarta pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat vekirin.
Hunermend Zarîfe Zerîn ku pêşkeşvana pîrozbahiyê bû, di axaftina vekirinê ya bi boneya salvegera 45’an de diyar kir ku gelê Kurd 100 sal in li dijî înkar, îmha û qirkirinê li ber xwe daye û berxwedana herî mezin a vê berxwedanê berxwedana PKK’ê ye ku bi pêşengiya Rêber APO dest pê kir.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê Fîkret Çelîk 45‘emîn salvegera PKK’ê pîroz kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO.
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Agaç jî axivî û bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê û şerên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava pêk tîne. Agaç got, “Dewleta Tirk 8 sal in şerê herî qirêj ê dîrokê dimeşîne.” Agaç bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van sûcan şermezar kir.
Endamê DKTM’ê Velî Tekîner “Cejna Vejînê” li gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û kurteya dîrokî ya dijminatiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî hebûna Kurdan anî ziman. Tekîner diyar kir ku dewleta Tirk a ku bi înkar û asîmîlasyonê dixwaze gelê Kurd tasfiye bike, bi damezrandina PKK’ê re di nava berxwedanê de asê maye û got: “Heta ku gelê Kurd mafên xwe yên bingehîn û azadiya xwe bi dest nexe wê têkoşîna me bidome.”
Di pîrozbahiyê de peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi boneya 45’emîn salvegera damezrandina PKK‘ê hat xwendin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku PKK partiya şehîdan, jinan û hemû bindestan e û ev tişt hatin gotin: “Îdeolojiya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye. Xeta PKK’ê afirandina pêşerojeke azad û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Hebûna PKK’ê ruhê yekîtiya neteweya Kurd û hêza çareseriyê ya li Rojhilata Navîn e. Weke Tevgera Jinên Kurd em ê di sala 46’an de li hemberî Rêberê azad, xeta şehîdan, jinên têkoşer û gelê xwe yê berxwedêr bi ruhê têkoşîn û berxwedanê di sala 45’an de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Çawa ku jin, ciwan û gelê me hemû planên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker di 45 salan de bi têkoşîna xwe pûç kirin, îro jî bi saya têkoşîna sala 46’an a PKK’ê bi heman biryardarî, israr, îrade û ruhê Apoyiyan; Wê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê şer bike û li ber xwe bide.“
Di dawiya peyamê de sînevîzyona ku dîroka damezrandina PKK’ê vedibêje hat nîşandan.
Di pîrozbahiyê de Sîdar Amed, Zarîfe Zêrîn, Dengbêj Roşna, Suna Alan, Deza, Hozan Kawa derketin ser dikê û stran gotin.
Şahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.
MONTPELLIER
Navendek din a pîrozbahiya damezrandina PKK’ê bajarê Montpellier ê Fransayê bû. Şahaî bi beşdariya endamên Meclîsa Navenda Kurd a Demokratîk a Montpellîerê, Kurdistanî û Fransiyên dostên Kurdan pêk hat. Di şahiyê de ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de şehîd bûne rêz hat girtin.
Di şahiyê de Endamê Desteya Rêveber a KCDK-E Yuksel Koç axaftinek kir. Koç destnîşan kir ku divê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bê berfirehkirin.
Yuksel Koç diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurd feda kir û got: “Divê em fikir û felsefeya wî ya azadîxwaz li her derê belav bikin û bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe‘azadiya wî misoger bikin.“
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî salvgera 45’emîn a demezirandina PKK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi pêşengiya Meclîsa Jinê a DEST-DAN û NAV-Berlînê (Meclîsa Azad a Kurdistanê) bi beşdariya sedan kesan hat lidarxistin. Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin xemilandin.
Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rîzgirtinê axaftin hatin kirin.
Di şahiyê de sînevîziyon hat pêşandin û dirûşmeyên “Bijî PKK“ hatin berzkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
SYDNEY
Salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi girseyî hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê hat lidarxistin. Hevseroka Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Gulfer Olan axaftinek kir. Olan wiha got: “Salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gerîla û gelê me pîroz be. Kurd û Kurdistan wê bi PKK’ê re azad bibe.”
Piştre li ser navê DKTM’ê Bûrsk Geverî axivî û bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em bi PKK’ê re hatin vê rojê. Em weke gel divê ji bo azadiya Kurdistanê ji her demê bêhtir li dora Rêber Apo û PKK’ê bibin yek.”
Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê jî di axaftinên xwe de salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de zarokên ku di DKTM’ê de perwerdeya Kurdî dibînin derketin ser dikê û ji aliyê Mamoste Tîmur ve dîplomayên wan hate dayîn. Piştre hunermend Roj û koma xwe derketin ser dikê. Pîrozbahî li ber stranên Hozan Xanemîr û Ozgur Ardil bi gerandina govendê bi dawî bû.
INNSBRÛCK
Kurdistanî li bajarê Înnsbrûck ê Awûstralyayê berxwedana 45 salan a PKK bi coş pîroz kirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê DKTM’ê ya Înnsbrûckê ve hat organîzekirin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştre Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek axivî û wiha got: “Salvegera 45’an a PKK’ê ku di şert û mercên zehmet de li ber xwe da û ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû çavkaniya hêvî û moralê, li Rêber Apo û gelên şoreşger pîroz be. Heta ku ev gelê berxwedêr hebe kes nikare PKK’ê qedexe bike. PKK gel e û gel jî li vir e.”
Girseyê beşdar bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û tilîliyan bersiv da gotinên Ahmet Zîrek.
Di pîrozbahiyê de hunermend Erol Berxwedan, Delîl Xidir, İlyas Can, Koma Dem û hunermendên girêdayî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk derketin ser dikê. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan“, ”Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ bi coş bi dawî bû.