REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa ji bo silavkirina salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyanîekî dan. Jinên Ciwan ciwan al, pankart û suretên Rêber Apo hildan û berdefkê jin a Desteya Ciwan û Werzişê a Reqa Emîne Berkel Mihemed daxuyanî xwend.
“Bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan û meclîsê Jin a Desteya Ciwan û Werzişê, bi boneya salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê, sibe çil û şeş saliya meşa dirêj a têkoşîn û fedekariyê tê pîrozkirin. Salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê li Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê, gerîlayên li serê çiyayan ku berxwedan û têkoşîna xwe didomînin û tevahî gelên li pey wan pîroz dikin. Rêbertî ev roj diyarî hemû mirovahiyê kir û em weke gel deyndarê Rêbertî ne û tenê bi têkoşîn û çalakiyan em dikarin bibin bersiva vê rojê, heta ku em serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin. Ji ber ku ev partî di dîroka mirovahiyê de partiyeke bêhempa ya mirovahiyê ye, ku banga rizgariya gelan ji neheqiyê û pergalên kapîtalîst dikir, avabûna vê partiyê ji bo tevahî mirovahiyê bû çavkaniya hêzê ku bi nêzîkatiya xwe ya sosyalîst a demokratîk bû hêviya azadiya gelan ku di cîhanê de di nava aştî û azadiyê de bijîn.”