MEXMÛR – Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê û Bi germahiyêk ji dilê dîrokê meşê meşelê li wargeha Mexmûrê hate lidarxistin. Bi pêşengtiya Yekîtiya Xwêndevanên Azad (YXA) ya wargeha Şehîd Rustem Cudî a Mexmurê bi boneya pîrozbahiya 46’mîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan meşekî meşele bi coş û germahiyêk mezin hate lidar xistin.
Meş bi meşeleyên germ û gor li pêşiya dibistanan de destpê kir u heya Tepeyên wargeha Mexmurê berdewam kir. Ev meş bi sloganên kes nikare roja me tarî bike û Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok Apo, Ciwan fedayi Rêber Apo ne û Bijî partiya Karkerên Kurdistan be getmahiyêk mezin di saat 8ê şevê de bi dawî bu u bi govend, sitran û hwd pîrozbahiyên salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan li her 4 semtê wargeha Şehîd Rustem Cudî a Mexmurê berdewame.