HELEB – Salvegera damezrandina PKK’ê li Salona Ronahî ya Star a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlîbûna bi sedan kesî ku gelê Eşrefiyê jî di nav de ye, hat pîrozkirin. Di şahiyê de ciwana bi navê Raperîn Osman a ji gundê Maratê yê Efrînê bi navê “Vejîn” biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla da. Raperîn têkildarî sedema tevlîbûna xwe ji ajansa me re axivî.
Raperîn diyar kir ku salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û got, “Ez bi îradeya xwe ya azad tevlî tevgera azadiya Kurdistanê dibim û bi biryara ku min girtiye bawer im. Ev her du sedem ji bo min bes e ku ez li çiyayan di nava refên tevgera azadiya Kurdistanê de bidomînim.”
Raperîn Osman diyar kir ku fedekariya Rêber Apo û şehîdên azadiya gelên bindest bandor li wî kiriye û got, “Ev sedem têra min dikin ku ez li çiyayên azadiyê, di nava refên tevgera azadiya Kurdistanê de bijîm. Divê ciwan berpirsyariya afirandina jiyana azad bigirin ser milê xwe û tevlî nava refên gerîla bibin.”
EZ PIŞTGIRÎ KEÇA XWE TEVLÎ HEREKETA AZADÎ BÛ
Dayika Rapêrîn Heyfa Ukaş jî di axaftina xwe de 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû gelê welatparêz pîroz kir û got, “Di vê roja dîrokî de ku em di wê baweriyê de ne ku wê ev roj pêk were û em bi zehmetî bawer dikin. bi coşeke mezin min keça xwe diyarî tevgera azadiya Kurdistanê kir. Wî rêya azadiyê hilbijart û ez piştgiriya wî dikim.