QAMIŞLO – Meşa Dirêj a Ciwanan ji bo hemleya azadîya fîzîkî ya Rêber Apo û pîrozkirina salvegera 45’emîn a damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bajarê Qamişlo derket û gihêşt bajarê Tirbêspîyê. Li Tirbêspîyê îro evarê bi şahîyeke salvegera PKK were pîroz kirin.
Roja duyemîn li Rimêlan wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin û roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.