NAVENDA NÛÇEYAN – Di dîrokê de heya îro gelê Kurd ji ber êrîşên giran li ser jiyan û hebûna gelê Kurd koçber bûyê û gelek însan heya îro axa xwe, welatê xwe derketin û berxwe didin welaten Ewropayê.
Di dema dawî de çend nûçeyên ser penaberan Kurd ku li Elmanyayê bi cih bûnê hatin weşan kirin. Wan agahîyên diyar dikin ku gelêk kesan ku ji bo ewlekarî û pewistiyên penaberan dixebitin bi hişmediya faşîst dijî penaberan Kurd û Kurdistanê dixebitin. Wan bûyerên ku li Elmanyayê hatin jiyan kirin tene wekê mînakên, ama pewiste em bizanibin ev rewşên ku em diha behs dikin gelêk penaberên Kurd û taybet jin û ciwan di cihên ku koçber bûnê rû bi rû diminen.
Bûyera Ciwanê Hogir A. : Xwekûstin bi gûman
Hogir A. ciwanekê Kurd ê ku di bajarê Qoserê li Bakûrê Kurdistanê jiyan dikir. Lê ji ber sedemen siyasî di 13’ê Sibatê di we salê de welatê xwe derketiyê û diçu Elmanyayê. Hogir A. piştî ku sînoran dewleta Tirk a dagirker û dewletên Ewropayê derbas dikir li Elmanyayê di cihekê ji bo Penaxazan li bajarokê Koselê bi cih bûye.
Li Koselê ji bo penaberan cihekê bi navê “Navenda pêşwaziya penaxwazan” di Barakê leşkerî û salona werzîşê hatiyê çekirin. Berpirsyarê we navendê şirketekê xizmetê ku li Elmanyayê herî zede para bi penaberan qezenc dike. Piştî ku Ciwanê Hogir A. bin berpirsyarê we şirketê li Koselê bi cih bûyê nerazîbûna we li hember rewş ku di nava we navendê de heye mezin dibû û Hogir A. we bi rexneyên xwe nişan dida. Hogir Aç zextên pîskolojî, taçîz, gef û êrîşên ku aliyê karmendên ewlehiyê ku di we kampê de dixebitîn rexne kir.
Lê rexneyên Hogir her der hatin paşgûh kirin û sext û gefan li ser Hogir ji ber rexneyên wî zede dibû. Dema Hogir bi bavê xwe li Qoserê bi rêya telefon axifî we rewşê anî ser zîman. Rojekê edî tekiliya Hogir û bavê we qut dibû. Telefona Hogirê edî piştî 11’ê Cotmehê ne aktîf dibû. Malbata Hogir rewşa Hogir tirsiya û bi lekolin despê kir. Diyar bû ku Hogir dawiyê de di 11’ê Cotmehê hate dîtin û piştî we edî winda dibû.
Polîsa Elman jî hatiyê erkdarkirin, lê ew jî tû agahî negirtine. Piştî demekê di 4’ê Mijdarê de cenazeya ciwanê Hogir di kampa Koselê piştî salona werzîşê hatiyê dîtin. Hatiyê gotin Hogir xwe bi xwe îdam kir, lê mirina we bi rastî jî bi gûmanê. Diyar bû herî kem 2 hefteyan cenazeya Hogir di cihê kampê bêye ku hatiyê dîtin dima.
Piştî cenazeya Hogir A. hate dîtin diyar bû ku polîsa Elman tevî ku ew bi vê yekê dizanin rapora kesê winda çenekiriyê û navenda penaxwazan ya Kuselê jî windabûna Hogirê rapor nekiriyê. Aliyê din de jî çawa dibe cenazeya Hogirê di we kampê de di nava 2 hefteyan de nehatiyê ditîn?
Êrîşên li ser kampa penaberan: “Tiştê ku Daîş nekarî, em ê li we bikin”
Aliyê din de jî hatiyê diyar kirin ku di cîhê acîl ji bo penaberan li peytaxta Elmanyayê ya bajarê Berlînê êrişek giran li ser penaberen Kurd hatiyê kirin. Di we cihê acîl de pranî ciwanên û penaberan Kurd bi cih bûne û di cara duyemîne we kampe hate êriş kirin.
Di 28’ê Mijdarê evarê grûpeke bi hejmara 40 kesan heya 50 kesan bi ker û destîkan hewl didan êrîşê penaberan di we kampê bikin. Bi qîrîna ‘Tekbîr’ an ‘Kafir’ li hember penaberan Kurd heqaret û tehdîd kirin û gotinan wek “Em ê serê we jêkin” û “Tiştê ku Daîş nekarî, em ê li we bikin” hatin bikar anîn. Çavkanîyên di we cihê de diyar kirin ku çend karmendên ewlehiyê alikarîya wan êrîşkeran didan û jî penaberan êrîş kirin.
Dema êrîş di qada xwarinê pêk hat penaberan kurd xwastin xwe biparezîn û di we cihê de xwe barîkat kirin û agahî danê polîsan. Lê dema polîs hatiyê wan jî penaberan êrîş kirin. Di encamê we êrîşê de çend penaberên Kurd birinda dibûn.
Li kampa penaberan li bajarê Berlînê ya taxa Têgelê ku êrîş di cara dûyemîne pêk hat rewşa penaberan dramatîkê. Nezî 320 penaberan di nava konekê de, di zivistanê di orteya peytaxta Elmanyayê bi cih bûne û ji ber rewşa ewlekarî nikarin we kampê derkevin. Yek ji wan penaberan diyar kir ku pranî wan karmenden ewlekariye kesayetên ku nezî wan êrişkaran bûne û dijî Kurdan dixebitin.