ÇILAXA – Meşa Dirêj a 3 rojan a Ciwanan ji bo silavkirina hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di rojê xwe yê duyem de bi coşekî mezin berdewam dike. Meş duh li Qamişlo dest pê kir û heya Dêrîkê biçe.
Meş vê sibê ji Tirbêspî derket, gundên li ser rê derbas kir û nêzî saet yek gihêşt Çilaxa. Gelê Çilaxa bi alên Rêber Apo, alên PKK û nîşanên serkeftînê Meşa Dirêj a Ciwanan pêşwazî kir. Piştî navberekî meş wê rêyê xwe berdewam bike.
Îro meş wê derbasî Girkê Legê bibe û êvarê li Rimêlan raweste. Li wir wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin.
Roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.