ÇILAXA – Meşa Dirêj a Ciwanan di roja duyemîn de berdewam dike ji Tirbêspî heya Rimêlan. Sê ciwanên ji Heseke, Efrînê û Dêrazor bi ajansa me Nûçe Ciwan derbarê tekoşîna ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo axivîn.
Navê min Helîma, ji bajarê Hesekê me. Di vê meşê de hestên min ji bo Rêbertî pir girîng e, Rêbertî ewqas xwe feda kiriye ji bo me. Rêbertî ji bo me taybet wek Jinên Ciwan û jin hemî pir tişt kiriye. Em derketine meşê sê rojan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çawa Rêbertî dibêje “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî bi serbikevin” di vê meşê de ev diyar dibe. Di vê meşê de jî niha em tirsek mezin dixin dilê dijmin, ji ber ewqas ciwan derketine û li pey fikira Rêbertî ne.
Navê min Femî ye, ez endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger im. Me ev meş li dar xist bi taybet ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserî ji pirsgirêka kurd re. Em dixwazin vê rojê bikin roja azadîya fîzîkî ya Rêber Apo. Hemû ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê destên xwe dan hev ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo. Em dixwazin Rêber Apo ji zindana derkeve û di dawî em dibêjin Bê Serok Jiyan Nabe, Bê Serok Jiyan Nabe, Bê Serok Jiyan Nabe.
Navê min Ibtîsam Mihemed hevseroka komîteya ciwan û werzîşê. Em derketine meşê ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û heya astekê hejmar ji bajarê Dêrezorê em hatine ji bo Rêberê ku fikirê xwe daye û azadiya jinê jî daye ji bo wekheviyê. Gotina herî zêde ez jê bandor bûm “Heqîqet eşq e û eşq jî jiyana azad e”. Rêbertî fikira xwe da me û bi saya Rêbertî îro em ji her derê hatine û em hazirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwe feda bikin jî.