RIMÊLAN – Meşa Dirêj a 3 rojan a Ciwanan ji bo silavkirina hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û pîrozkirina salvegera Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di rojê xwe yê duyem de bi coşekî mezin gihêşt Rimêlan. Vê sibe meş ji Tirbêspî derket, derbasî navçeya Çilaxa û ber bi êvarê gihêşt Girkê Legê û Rimêlan.
Dema meş gihêşt dest pê kê Girkê Legê meşele hatin hildan û ji alîyê şênîyên bajarê meş hat pêşwazîkirin. Meş di kolanên Rimêlan de berdewam kir. Çalakvan bi coş di nav meşê de dîlan girtin û silogan avêtin. Îro êvarê sînevizyonek li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo li Navenda Çand û Hûner a Rimêlan were temaşekirin û bi şahîyekî roja duyemîn wê bi dawî bibe.
Sibeh jî meş wê ber xwe bide bajarê Dêrîkê û wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.