NAVENDA NÛÇEYAN – Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina ‘xwenaskirinê’ mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêhm bikin. Wexta cihê wê bê, ez ê nîşan bidim ku zanista xwe dispêre cihêkirina obje-sûbjeyê çawa koletiyê rewa dike. Ez ê îspat bikim ku objektîvîzm xwe çawa mezin dike û ev yek bi piçûkbûnê re çawa yek e. Ez ê bi heman awayî raber bikim ku objektîvîzma zanistî, alîgiriya hegemonya û kapîtalîzma herî rezîl e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji ti hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye.
Weke encam, nexweşiyeke gumankirinê ya Descarteswarî timî zêhnê min keritand. Ez ketim rewşekê welê ku nirx û buhayeke jê bawer bikim û nas bikim, nema. Ji ber ku li aliyekî min çanda berê bi awayekî trajîk wenda dikir, li aliyê din jî li hemberî min modernîzma kapîtalîst weke dêwekî –Levîathan-bilind dibû û tirsa kes nikare xwe bigihînê hebû. Min bi zor û zehmetî ji xwe bawer dikir. Ya rastî, min hewl dida li ser piyan bimînim. Hemin ev rewşeke seyr û xerîb e. Civak di rewşên bi vî rengî de dizanin rêyekê bibînin dilê endamê xwe xweş bikin. Ya hînê seyr jî ew bû ku min bawer nedikir civakeke min jî heye. Di van şert û mercan de baweriya min bi malbat û gund nema. Heta bi zanîngehê xwendina min, şoreşgeriya min, dîndariya min a berê hemû, ji bo ku dost û dewrûber bibînin şeklî û xwenîşandan bû. Ez nîhîlîstekî tûj nebûm. Min tiştek ji dil fêhm nedikir ku ez pirr bi kok jî pêdiviyên wê bi cih bînim. Ya hînê seyrtir jî di serî de mamosteyên min, dewrûbera min ez zîrek û bawermend didîtim. Ez weke nîvdînekî bûm, ya rastî ez ji xwe piştrast nebûm ku bi rastî nîv jî hebûm. Lê wexta ez vedigerim li pey xwe dinêrim, ez dibînim ku ev dema dûrûdirêj ewqas bêkêr jî nebihurî ye. Veqetîn û pêve negirêdan, beza ber bi rastiyê ji bo vekirina rûpelekî spî, maneyeke mîna paqijkirina zemîn jî bi xwe re tînin.
Şexsiyeta min bi vê xisleta xwe karîbû baştir avahiya sîstema hegemonîk nas bike. Ez gihiştibûm wê hêzê ku dîrokê jî şîrove bikim. Li şûna ku ez ji rewşa kaotîk bitirsim min karîbû maneyê lê bar bikim û di derketina ji wê de rêyeke îdeal vekir. Piştî ku min dît, baweriyên dogmatîk, li ser xeteke pan û rast gavavêtin, mutleqiyetên zanistî û hukmên hişk çavkaniya xwe heman zêhniyet in, hinekî bêhna min hate ber min. Piştî ku min bi hêsayî di şêweyê tevgera xwezayê ya li cem mirov de xweş dît, bend û sukirê li pêşiya têgihiştina min teqiya. Ew tirs û gumana di bin hîmê xerîbketina min ji min bi xwe de her ku li dawiyê dima, qabîliyeteke bi hêz û têgihiştineke xurt a şîroveyê di her şert û mercên insanî de bi zêdeyî rê dida cesaret û serwextbûnê.
Kapasîteya min hebû ku ez bêyî lêkolîn û lêgerînên hûrûkûr, û bêyî ku xwe bispêrim demên konjonkturel kapîtalîzmê bi xwe weke rejîma krîzê bi nav bikim. Kapîtalîzm qonaxa şaristaniya bingehê xwe dewlet, çîn û bajar e, ev qonaxa dawî ya eqlê mirov gihiştiyê nîne, berevajî ev qonax a bi dawî hatina eqlê berê ye, û bi tevahî dewlemendiya xwe derketina eqlê azadiyê ye. Di vê çarçove û maneyê de mirov dikare serdema modernîteya kapîtalîst weke serdemeke hêviyê şîrove bike.
Çavkanî: Pareznameya dûyemîn ya Rêber APO ye: Şaristaniya Kapîtalîst – Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaskê –