QAMIŞLO – Li seranserî cîhanê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO yê û çareserkirina pirsgirêka Kurd dewam dikin.
Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê û 400 xwendekar li parka Rimêlanê kom bûn û bi çalakiyekê piştgirî dan pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.
Di çalakiyê de wêneyeke mezin a Rêber APO ku ji 99 parçeyan pêk tê hat rakirin û pifdankên li ser “Azadî ji bo Rêber APO” nivîsî hatin firandin.
Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê Simko Cûdî axivî û got: “Em bi rêya vê çalakiyê piştgiriya xwe ji pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber APO û çareserkirina pirsgirêka Kurd re, radigihînin.”