NAVENDA NÛÇEYAN – Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji çar aliyên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatibû destpêkirin, bi piştgiriya dostên cihanê didome.
Aktîvîst Amîdou Diamoutene vîdeokê weşandin kir û diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku nêzî 33 meh in agahî jê nayê girtin, demildest bê misogerkirin.
Axaftina endamê Komeleya Xelkê Feqîr, Amidou Diamoutene wiha ye;
“Êvar baş ji we hemûyan re, navê min Amidou Diamoutene ye û ez çalakvanek “Yekîtiya Hevrêziya Komeleya Mafên Hejaran” im, ku bi gelemperî wekî UACDDDD tê zanîn. Ez vê vîdyoya biçûk amade dikim ku bang li hemû rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên ku mafên mirovan diparêzin dikim ku bi hev re tevbigerin, ji binpêkirinan re bêjin NA! Ji tecrîdê re bêjin NA! ji tecrîda ku li ser rêhevalê me Abdullah Ocalan tê ferzkirin re bêjin NA.
Zêdeyî 23 sal in di hepsê de ma û hat tecrîdkirin. Em ciwan, em berpirsiyarên siberojê, em pêşengen pêşerojê ne û me biryar da ku em dengê xwe bidin bihîstin, jiyana xwe bidest bixin: Dem hatiye ku em dev ji vê fikra kolonyalîzmê nû û emperyalîzm li piştê wê berdin.
Ji ber vê yekê em weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin: Em ne westiyane, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Heya ku em ji bo heman dozê, ji bo mafên mirovan, ji bo parastina mafên mirovan li vir bin, em westiya nabin, em ê heta dawiyê biçin!
Ji ber vê yekê ez bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikim ku destê xwe bidin hev û bi girseyî dakevin qadan, ji binpêkirinan re bêjin NA! Ji tecrîdê re bêjin NA! Ji tecrîda li ser birayê me, heval û hevrêyê me ya têkoşînê de ne bêjin NA! Em azadiya wî ya fizîkî tavilê dixwazin! Ji ber vê yekê em ê dengê xwe bidin bihîstin!
Spas ji bo piştgiriya we.”