NAVENDA NÛÇEYAN – Îro meşa dirêj ya Ciwanên Şoreşgêr û Jinên Ciwan ku ji Qamişloyê heya Dêrîkê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiya dawî dibe.
Di we demê de jî PKK hate damezrandin û edî 45 sala tekoşîn, berxwedan û lehengî tijî kir. PKK rexistinekê ciwanan ê û taybet Rêber APO ji bo ciwan û jin êrk û berpirsyarin giring danî.
Ciwanên Şoreşgêr û Jinên Ciwanên ku di kolanan li Bakur û Rojihlatê Sûriyê di gûnd û bajaran diherîkin û ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî tekoşîn dimeşînin û li hember êrîşên dagirkeran berxwedidin bi îradê û baweriya xwe diyar dikin ku ‘Em bi ruhê ciwantî Rêber APO azad bikin!’