DÊRÎKÊ – Meşa dirêj a ciwanan a bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 29’ê Mijdarê de ji bajarê Qamişloyê dest pê kiribû, duh êvarê gihêşt Dêrikê. Meş li deriyê ketina Dêrikê ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Meş bi tevlîbûna şêniyan heta ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer dewam kir û tev gelê Dêrîkê mîtîngekî hat li dar xistin.
Di mîtîngê de ciwanê Minbicê bi navê Elî Andok û Baran Tolhildan ê ji Dêrazorê tevlîbûna xwe di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê de ragihand. Her du ciwanan soz dan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo azadîya gel têbikoşin.
Em bi xêr hatina hemû hevalan û hemû hereketên ciwanan li ser asta cîhanê giştî. Ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadîyê gelê me, ez xwe pêşkêş dikim Baran Tolhildan. Soz didim, soz didim, soz didim!
Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê ji Serok Apo re pîroz dikim. Sala 45’emîn e ya ku serkeftinê tijî bûye, li dijî faşîzmê ku dixwaze hevalên ciwanan ên pêşeng hedef bike. Ji bo gelê me kole bikin dixwazin berî wî bidin tiştên xirab û cewhera wî dûr bixe. Her tim dixwazin hevalên ciwan ên pêşeng hedef bigirin. Li ser vî esasî, li hemberî vî tiştî û bi taybet li hemberî lêdanê dawî li dijî navenda Ciwanan a Minbic, soza xwe ji Serokatî re û ji şehîdan re bidim ku ezê bibim mîlîtanekî Partiya Karkerên Kurdistanê. Soz didim, soz didim, soz didim!