NAVENDA NÛÇEYAN- Kovara Stêrka Ciwan ku sala 1994’an li Ewropayê dest bi weşanê kir, bûye dengê ciwanên Kurdistanê. Kovar bi şîara “Xwe Rêxistin Bike Rêber APO Azad Bike” bi hejmara 247’an de bi dîzayneke nû hate weşandin. Hejmara meha Kanûnê ya Stêrka Ciwan bi naverok û dîzayna xwe ya nû balê dikişîne. Kovar bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî derdikeve.
Di hejmara Kanûnê ya kovarê de perspektîvê “Li Rojhilata Navîn Tewazuna Netew-Dewletê û Pirsgirêka Kurd” a Rêber APO, bîranînên ser şehîd Evîn Goyî û Viyan Kobanê hatin weşandin. Nivîsa endamê komîteya rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi sernavê ” PKK Partiya Ciwanan e” tê de cih digiri. Di kovarê de her wiha nivîsên li ser îdeolojî, çand, huner, dîrokê jî hatin weşandin.