HELEB – Meclisa Jinan a Meclisa malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO, di pêngava cîhanê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, meşek li dar xist. Şêniyên taxên Şêmxeqsûd û Eşrefiye beşdarî meşê bûn. Destpêkê li pêşiya salona 8’ê Adarê ya civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û ber bi Qada Şehîdan a li rojhilatê taxê ve meşiyan.
Meş li qadê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa axivî û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê têkoşîn were mezinkirin.
Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Ehmed jî wiha got: “Em soz didin ku li ser şopa şehîdan têkoşînê mezin bikin heta ku armancên wan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî bi dest bixin.”
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rêber Apo” bi dawî bû.