DÊRSIM – Li Dêrsimê koçberiya ciwanan her ku diçe zêde dibe. Welatiyên li Dêrsimê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên desthilatê ciwan koçber bûne û gotin ku divê hêvî û derfetên kar bên afirandin.
Koçberiya ku bi salan e li Dêrsimê berdewam dike, her diçe bi çûna ciwanan re zêdetir berbiçav dibe. Li gorî hejmarên nefermî; nêzî 7 hezar ciwan koçî welatên Ewropayê kirine. Di encama vê koçê de gelek dibistanên gundên bajêr ji ber “kêmbûna nifûsê” bi metirsiya girtinê re rû bi rû ne. Dîsa mamosteyên bajêr dibêjin ku xwendekarên dibistanên seretayî û navîn jî nikarin ji bo siberojê xeyalan çêbikin û ji dêvla wê difikirin ku dê çawa biçin derveyî welêt. Sedema koçberiyê wekî bêkarî, fikarên ji siberojê û sedemên siyasî tên nîşandan.
Dêrsim ku di salên 1980 û 1990’î de ji ber sedemên siyasî û aborî timî bi koçê re rû bi rû ma, niha bûye bajarê nifûsa wê herî kêm. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî Dêrsim di rêza duyan ya bajarên nifûsa wan a ciwanan kêm de ye.
Li Dêrsimê ciwanan anî ziman ku pirsgirêka koçberiyê wê bi projeyên xebatên herêmî û hawîrdoreke demokratîk çareser bibe.
‘YEKZILAMÎ BÊHÊVÎTÎ YE’
Erdogan Çakar anî ziman ku ciwan ji ber bêhêvîtiya ku ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin bajêr terikandine û got ku pirsgirêka herî girîng a ciwanan fikarên aborî û siberojê ne. Çakar wiha got: “Ciwanên me yên ku li dibistanê dixwînin, ji ber ku li vî welatî nikarin karekî peyda bikin, xeyala çûna Ewrûpayê dikin.” Çakar da zanîn ku keça wî ya ku ji Beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî mezûn bûye jî dixwaze biçe Ewropayê.
Çakar ê got ku “Em li vir bi kê re diaxivin diçe Ewropayê” rewşa heyî wiha bilêv kir: “Ya yekem pêkanînên dijdemokratîk ên rejîma siyasî ya li ser bingeha rejîma yek zilamî ne û ev ji bo civakê nabe cihê hêviyê. Bêhêvîbûneke mezin heye. Ya duyemîn jî bêkarî ye, ciwanên me zanîngeh qedandine û ji bo peydakirina kar bi fikar in, nikarin kar peyda bikin. Ji ber ku pergalê torên xwe çêkiriye, xwendekarên li deîr van toran naxe ser kar. Pirsgirêka sêyem jî têgihîştina ku li vî bajarî hatiye afirandin bi xwe; bi taybetî rêveberiyên herêmî yên li bajêr, bêkarî û bêhêvîtiya li bajêr. Ji ber vê sedemê ciwan berê xwe dane Ewropayê. Koçberiyeke cidî heye.”
ÊRIŞÊN LI SER ZIMAN Û BAWERIYÊ
Çakar diyar kir ku li bajêr li dijî ziman, çand û baweriyê êriş tên kirin û wiha berdewam kir: “Pergaleke ku li ser bawerî û nasnameya civaka me tê ferzkirin heye. Ev ne siyasetek e nû ye, siyaseteke sedsalî ye. Ji damezrandina Komarê heta niha li dijî bawerî, çand û nirxên vê civakê êrişek heye û bi taybetî di van 20 salên dawî de êrişeke giran tê kirin. Ciwanên me ji baweriya xwe û ji nirxên xwe yên exlaqî qut bûne. Ev bêhêvîbûneke cidî çêdike.”
Çakar bal kişand ku krîza nasnameyê jî dibe sedema koçberiyê û wiha lê zêde kir: “Di rastiyê de li tevahiya civakê krîzeke nasnameyê heye. Ger hûn nikaribin bi nasnameya xwe xwe îfade bikin, wê qutbûyîn çêbibe. Ji ber vê yekê ev krîza nasnameyê jî ji ber pêkanînên antîdemokratîk ên li bajêr rû dide. Nepejirandina civakê û baweriya elewîtiyê, nepejirandina cemxaneyan me ku hîna xwedî statuya komeleyê ne, jibîrkirin û asîmîlekirina zimanê zikmakî yê vê civakê, dibe sedem ku ciwanên me ji civak û welatê xwe qut bibin.”
‘DIVÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ ALTERNATÎFAN BIAFIRÎNIN’
Çakar anî ziman ku “çareserî di têkoşîna li dijî vê yekê de ye” û got ku muxalefeta heyî nikare bandoreke baş li atmosfera siyasî ya welêt bike. Çakar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hilbijartin ji ber helwesta parçebûyî ya di nava wan de ji dest çû. Berdewamiya yekzilamiyê jî bû sedema koçberiyeke zêde. Li hemberî vê divê hêzên demokratîk bi taybet rêveberiyên herêmî xwe bi rêxistin bikin û xwedî helwest bin. Pêwîst e werin gel hev, destekê bidin muxalefeta demokratîk û bi hêztir bibin. Bi taybetî ger mirov ji bo Dêrsimê bibêje, di demeke nêz de hilbijartin heye. Şaredarê ku bê hilbijartin divê hêviyê biafirîne. Divê alternatîfên biçûk biafirîne, polîtîkayan pêş ve bibe. Divê ciwanên me werin vir û nav zeviyên xwe, da ku ew erd ji nû ve ji hilberînê re bên vekirin. Bi avakirina atolyeyên bi destekên biçûk mirov dikare ciwanan vegerîne. Bi taybetî jî xebatên hunerî dikarin bên pêşxistin. Ji ciwanên me yên bêkar re divê deriyekî pêşeyê bê vekirin. Dibistanên pîşeyî dikarin bên avakirin. Divê rêveberiyên herêmî van tiştan bikin. Me berê tiştekî wiha nedîtibû. Herî zêde koçberî di vê serdemê de pêk hatiye. Rêveberiyên herêmî di vî warî de pir girîng in.”
‘EM DEST JI AXA XWE BERNEDIN’
Nûray Tayhavayê jî bi lêv kir ku koçkirina derveyî welat ne rizgarî ye û got: “Ciwan ji ber bêkariyê diçin û ji ber ku pêşerojê nabînin diçin, lê ev jî ne rizgarî ye. Ez jî çûm Ewropayê û min ew der dît. Ew ne rizgarî ye. Ez 30 salan li Stenbolê mam, piştî 30 salan vegeriyam Dêrsimê. Ez ji bo xweza û bedewiya vir hatim. Kurê min zanîngehê qedand û çû. Min hewl da ku wî asteng bikim, lê min nikaribû. Ew jî ji ber bêkariyê çû. Welatê me pir xweş e, bila hewl bidin tiştekî bikin, hilberînin. Madem em di vî temenî de hewl didin tiştekî bikin, bila ew jî hewl bidin. Hilberîn li gundên me pêkan e. Heger karê min tunebûya ez ê li gundê xwe bixebitiyama. Erdê her kesî heye, dikarin werin çandiniyê bikin. Em dev ji axa xwe bernedin, axa me bi bereket e. Hilberandin di destê mirov de ye.”
Abdullah Gok ê 65 salî ku bi salan e li warê xwe ye, anî ziman ku bêriya rojên berê yên Dêrsimê kiriye. Gok anî ziman ku sedema koçkirina ciwanan bêkarî ye û hestên xwe yên li ser rewşa heyî wiha anî ziman: “Ez gelekî xemgîn dibim, berê bajar baş bû.”
Emîne Bîlbayê jî bang li ciwanan kir ku vegerin û got: “Ji ber ku li vir pêşerojê nabînin diçin. Em xemgîn dibin. Mejiyê nû tune, ma pîr dikarin çi bikin? Ji ber ku ewlehiya paşerojê tune ye û ji ber sedemên aborî diçin. Kurê min sê zanîngeh qedandine, lê kar tune. Li vir ne kar heye, ne paşeroj heye. Ji bo ciwan vegerin divê maliyeta jiyanê kêm bibe, kar û bar bên tertîbkirin. Eger ev çêbibin dê ciwan neçin. Welatê me pir xweş e.”
Çavkanî: MA