BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenên amadekariya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn weşand ku ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve li Metînayê hate lidarxistin. Dîmen bi giştî ji 3 parçeyan pêk tê. Di beşa destpêkê de endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc beriya çalakiyê ji hêzên gerîla re civînê lidar dixe û diyar dike ku çalakî ji bo bîranîna fedaiyên pêşeng Baran Çirav, Binevş Vejîn û Amed Avesta tê kirin ku di 26’ê Mijdara 2022’an de li Metînayê Operasyona Şoreşgerî ya Girê Hakkarî lidar xistibûn.
Fermandar Hakî Armanc dibêje, “Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe rizgar bibe, em ê teqez derbê lê bixin. Beriya ku dijmin biçe wê derê divê em xwe bigihînin wir û li benda dijmin bisekinin.” Hakî Armanc serketinê ji gerîla re dixwaze. Gerîlayên ku beriya çalakiyê ji kamerayan re axivîn, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê gotin ‘Em ê dijmin têk bibin û bên’ biryardariya xwe nîşan dan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berê xwe didin qada çalakiyê.
18 DAGIRKER HATIBÛN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser encamên çalakiyê daxuyaniyek dabû û ev agahî parve kiribû: “26’ê Mijdarê di saet 17.10’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed hate lidarxistin. Hêzên me ji 5 aliyan ve xwe berdan nava dagirkeran û bi vî rengî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed hate lidarxistin. Bi bombeyên dest û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Hêzên me li vir çûn ser cenazeyên 12 dagirkeran û eşkere kir ku hemû hatine cezakirin. Hêzên ku xwestin bi hewara dagirkerên di hedefa hêzên me de ve werin, ketin xefikê û bi rengekî bi bandor li wan hate xistin. Li vir jî 6 dagirker hatin cezakirin. Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed Sorxwîn de bi giştî; 18 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me li ser cenazeyên dagirkeran çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî MPT-55, 12 şarjorên çeka MPT-55, dedektorek, 2 durbînên çekan, telefoneke uyduya mezin, 2 telefon, durbuneke termalê, 2 powerbank, 4 baranparêz, 2 qapûte, yelekeke êrîşê, 5 çente, taximeke cilên leşkerî, kaskek, çenteyeke tenduristiyê, termosek, cotek lepik û 2 birek desteser kirin.”
ARTÊŞA TIRK NEKARÎ WINDAHIYÊN XWE VEŞÊRE
Tevî ku artêşa Tirk hewl da windahiyên xwe yên leşkerî ji raya giştî veşêre û welê nîşan bide ku serketî ye, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê û hin derdoran navên hin leşkerên Tirk ên hatin cezakirin eşkere kiribûn. Artêşa Tirk ji roja ku operasyon hate kirin û vir ve bombeyan li qadên gerîla dibarîne. Her roj jî bi nûçeyên derewîn îdîa dike ku windahiyên gerîla hene. Dewleta Tirk a ku derbeke mezin ji gerîla xwar, bi bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze êşa xwe sivik bike.
Li gorî çavdêriya çavkaniyên xwecihî, leşkerên Tirk ên tirsa mirinê ketiye nava wan, êdî naxwazin li herêmê bimînin.