BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
- 2’ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derbe li çeperekê hate xistin.
- 3’ê Kanûnê saet di 14:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî
- 1, 2 û 3’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeteyên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 3’ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi gazên kîmyewî, 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 4’ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 3 û 4’ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 18 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
- 3’ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên li Şehîd Diyar carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker
- 1, 2 û 3’ê Kanûnê li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Xinêra Jor, Ava Lolanê û Goşînê 5 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Dergelê 2 caran; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 2, 3 û 4’ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”