ŞEHBA – Di 4’ê Mijdara 2023′yan de erdhejek bi pileya 5.1 li behra Marmarayê çêbû. Bi erdhejê re gelê Kurd bi gelempêrî derket qadan ji ber ku der barê rewşa Rêber Apo de bi fikar e. Bi heman armancê Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba bi dirûşma ji “Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye” meş hat li darxistin.
Meş bi dirûşma “Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye” hat lidarxistin. Meşa ku bi tevlîbûna sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî hat li darxistin, ji Çarexêreya navçeya Ehdasê dest pê kir.
Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Meş li pêşiya Parka 4’ê Nîsanê ya navçeya Ehdasê rawestî. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo Axivî. Xedîce diyar kir ku gelê Efrîn û Şehba piştî erdheja ku li Stenbolê rû da, ji rewşa Rêber Apo bi fikar e.
Xedîce bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo şermezar kir û got, bêdengiya wan nîşaneya tevkariya wan di komploya naveteweyî de ye ku sala 1998′an dest pê kir.
Xedîce Îbo bang li tevahî gelên herêmê kir ku ji bo Rêber Apo dakevin qadan.
Li aliyekî din jî endamê Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Apo a Suriyayê Cebraîl Mistefa bang li pêkhateyan kir ku li hember siyaset û komploya dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo û gelên herêmê hevgirtî bin.
Cebraîl Mistefa tecrîda li ser Rêber Apo û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got gelên bi fikrên Rêber Apo bawer in dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe berdewam bikin.