NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyê, hejmara xwe ya mêha Mijdar û Kanûnê bi sernivîsa “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” derket. Kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî derdikeve, naveroka wê bi vî awayî ye;
Di kovarê de nirxandinên Rêber Apo ên di derbarê avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê û jiyana xwe li girtîgeha Îmralî de cih digirin.
Perspektîfa Ciwanên Şoreşger, Jinên Ciwan û nîvîsên derbarê Şehîd Behdînan Kobanê jî cihê xwe di vê hejmarê de digirin.
Nîvîsên li ser girîngîya perwerde, heya nirxandinên ciwanan ser bandorê Rêber Apo û rola ciwanan jî hatin amade kirin.
Xwêner dikarin li ser vê navnîşanê kovarê bixwînin:
https://ciwanensoresger.com/2023/12/06/kovara-ciwanen-soresger-22-mijdar-u-kanune-2023/