ÊLIH – Ciwanên HEDEP’ê yên dema belavok belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin, bi daxuyaniya xwe de bertek nîşanî dan û li cihê ku êrîş lê hat kirin belavok belav kirin. Ji bo kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ku di 24’ê Kanûnê de li Amedê pêk were, ciwanên ji partiyê di 3’ê Kanûnê de dema li Elihê belavok belav dikirin, der barê tundiya polîsan de daxuyanî dan çapemeniyê. Girseya ku beriya daxuyaniya çapemeniyê meşiya dîsa ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseyê timî dirûşmên “Bijî Berxwedana Ciwana” berz kirin.
TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endamên Meclisa Ciwanên HEDEP Êlihê, Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Parêzgehê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya qeymeqamtiya HEDEP’ê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me bitirsînin” hat vekirin de Endamê Meclîsa Ciwanên HEDEP’ê Eyûb Alkan bertek nîşanî êrîşa polîsan da û got, “Berî her tiştî divê baş bê zanîn ku em nûnerên kevneşopiyeke ku. dîrok tijî berxwedan û têkoşîn e. Heger me li hemberî zext, çewisandin, binçavkirin û girtinan çokan bidana îro yek kes jî nedibû. Zêdetirî 8 sal in gelê me di bin zilm û zorê de ye.”
Naveroka daxuyaniya çapemeniyê wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Beriya her tiştî divê baş bê zanîn ku em nûnerên kevneşopiyeke ku dîroka wê tijî berxwedan û têkoşîn e. Heger me li hemberî zext, çewisandin, binçavkirin û girtinan çokan bidana îro yek kes jî nedibû. Zêdetirî 8 sal in gelê me ne di bin zilm û zorê de ye. Em hemû şahidên nexweşiyên wek tiryak û fuhûşê ne ku dixin bajar, kolan û malên me.
Me wek ciwanên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê xwest ku beriya 3 rojan li caddeya Diyarbakir belavokan belav bikin û gelê xwe yê mafdar vexwînin kongreya xwe, ji bo kongreya xwe ya ciwanan ku em ê di 24’ê Kanûnê de li Amedê pêk bînin.
Me xwest di çarçoveya mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan de mafê xwe yê qanûnî û destûrî bi kar bînin. Lê belê hêzên hiqûqî yên dewletê ne makezagon û ne jî qanûnê nas dikin. Di dema belavkirina belavokên ji aliyê meclisa me ya ciwanan ve, hêzên qanûnê êrîşî endamên me kirin. Beriya her tiştî em vê êrîşê şermezar dikin û çawa beriya 3 rojan me serî li ber wan netewand, îro jî serî li ber wan natewînin. Dema ku cesareta êrîşa li ser bûyereke demokratîk û aştiyane ya polîsan hebe em fêm nakin. Di vê êrîşê de 7 hevalên me hatin derbkirin û birîndarkirin.
Ciwanên HEDEP’ê li Êlih û kolanên wê li dijî tiryakê derdikevin. Ji bo ku fuhûş belav nebe têdikoşe. Hewl dide ciwanên ku ji ber krîza aborî ber bi întîharê ve diçin wan ji nexweşiyên civakî yên bi vî rengî dûr bixe. Em zarok û ciwanên vî bajarî ne. Ev xeterî li kolanên me cih digirin. Heya hûn ciwanên me yên ku li dijî van xeteriyan bi awayekî demokratîk têdikoşin û têkoşîna azadiyê ya gelê xwe didin ser milê xwe weke tehdîd bibînin, hûn ê winda bikin.
Çawa ku me duh bi têkoşîna li dijî fuhûş û tiryakê hewl da ku welatê xwe demokratîk bikin, îro û sibê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê were zanîn ku ciwan ne tenê pêşeroj in. Ciwan dînamoya şoreşa me ye. Ciwan li dijî zilm, binçavkirin û sîxuriyê li ber xwe didin.
BIJI BERXWEDANA CIWANAN