PARÎS – Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dimînin amadekariya 3’yemîn kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ya di rojên pêş de pêk bê, dikin. Kongreya ku ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve rastî eleqeyeke mezin bê, wê bi dirûşmeya “Xwe birêxistin bike û Rêber APO azad bike” pêk were.
Ciwanên Kurdistanî diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya Rojhilata Navîn e û hemû ciwanên şoreşger vexwendin 3’yemîn kongreya TCŞ’ê ya ku li ser esasê azadiya Rêber APO pêk were.
Ciwanan bi sînevîzyonan bang li ciwanên Kurd ên li çar aliyê Ewropayê dimînin kirin ku beşdarî 3’yemîn kongreya TCŞ’ê ya ku wê li 19 Rue Gutenberg a paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, bibin.