QAMIŞLO – Îro li ser asta Kantona Qamişlo Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Ciwan Komxebatek lidarxistin. Komxebat li ser Şerê Taybet a li ser ciwana hat lidarxistin. Komxebat piştî bi yek deqe rêzgirtin ji bo pekrewanên azadîyê destpêkir. Axaftina destpêkê berdevkê avê a li ser asta Qamişlo axivî û wiha got:
Em dikarin çi bikin ji bo vê gelê xwe re? Em karibin ji bo ciwanên xwe re çi bikin? Ji bo ku em bikaribin rêya koçberiye bigrin. Yekemîn emê pêşiya koçberiye bigrin. Kesên ku koçber dibin, wek şexs, wek malbat, wek civak kocber dibe, ji welatê xwe derdikeve û diçe welatek din dimîne. Bi gîştî koçberî ji bo xatirê welat ji bo xatirê civakê tiştekî ne başe. Ew kesên ku ji welatê xwe derdikevin derfetê didin destê dijmin ji bo bêtir şerê taybet li ser van bimeşine û ji bo ku wan ji rastiya xwe dûbixine. Ev diheyle ku ciwanên me çanda xwe, zimanê xwe dûr biekevin xwe û rastiya xwe ji bir bikin. Bi koçberî re dixwaze ciwanên ku welatê li hemberî dijmin bikaribe biparêze nemîne bi vê awayê ciwanan jî tekoşînê dur dixine. Pêwiste ciwan pêşiya wan bigre. Û ji her demê zêdetir xwedî welatê xwe, axa xwe derbikeve.
Komxebat bi solganên “Bê Serok Jîyan Nabê” bi dawî bû.