ATÎNA – “Li aliyê din Rêber Apo bi tevahî bawer kir, xwe dispêre gel. Di wê baweriyê de bû ku çi dibe bila bibe, ger bawerî bi gel bê kirin û xebat bên kirin dê encam bi ser bikevin. Ji bo ku vê hêzê derxîne holê û mirovan bixe rewşek ku têdikoşe û azadiya xwe misoger bike xwe afirand. Bi vî awayî PKK ava kir. […] Gelê Kurd bi kelecan û baweriyeke mezin girêdayê Rêber Apo ye û dizane ku hemû pêşketin bi girêdanbûyina kûr û tedbîrên wî yên azadiyê ye. Yanî gelê Kurd jî bi heman rengî nêzî Rêber Apo dibe.” – Cemil Bayık (KCK, 10.10.23)
Ji 27’ê Mijdarê ve li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo azadiya Rêber Apo greva birçîbûnê ya girseyî hatiye destpêkirin. Di ser destpêkirina kampanya “Dema rakirina tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê, dema misogerkirina azadiyê ye” 3 sal derbas bûn. Ez ji destpêkê ve li ser vê têkoşînê rawestiyam, li dijî civîna siyasî ya stratejîk a kadroyên dij-şoreş ên dewletên Yewnanîstan û Tirk, li ser heman xeta têkoşînê rastî çalakiya xwe ya birçîbûnê ya 7 rojan de me. Ji bo azadiya rêheval Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya girseyî hate lidarxistin.
Tevgera civakî ya li Ewropayê divê li dijî emperyalîzma NATO û saziyên Yekîtiya Ewropayê yên ku li ser şer û faşîzma li Rojhilata Navîn veberhênan dikin û didomînin û di serî de ji tecrîda demdirêj a Îmraliyê berpirsyar in, helwesteke têkoşînê nîşan bide. Sabotajên li dijî şer ên ji bo piştevaniya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên rê nîşan dide. Sendîkayên ku nahêlin malzemeyên şer ên NATOyê radestî Ukrayna û Filistînê bên kirin, rê nîşan didin. Sendîkayên ku ji bo rizgariya Rêberê Gelê Kurd bi awayekî koordîne seferber dibin, rê nîşan didin.
“Divê em ruhê serdemê baş fêm bikin û bibînin ku ruhê vê serdemê şer e.” (Xebat Andok, 11.10.23)
Em şehîdên gêrîla Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Oguz) ên di 1’ê Cotmehê de di roja vekirina TBMM’ê de li dilê rejîma faşîst a Tirk êrîşî Wezareta Karên Hundir kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Şehîd Namirin
Dimitris Chatzivasileiadis
Girtîgeha Domokos
23.12.23 (2. roja greva birçîbûnê)
Bi pêla ku siyên ku dixwazin rojê tarî bikin paqij dike.