SÃO PUALO – Duh şev li bajarê Sao Paulo, endamê koma ‘Tovên şoreşger’ bi çalakiyekî lazerê re dilsoziya bi têkoşîna li Kurdistanê re û daxwaza azadiya Rêber APO dan diyar kirin. Hevokên bi zimanê Portekizî “Ji kesên ji bo azadiyê têdikoşin re azadî”; “Ji Abdullah Ocalan re azadî”; “Sedsala 21’an wê bibe sedsala Şoreşa Jinê – Ocalan” û “Têkoşîna jinên Kurd ji bo me hemûyan mînak e” ji kesên di rê de derbas dibin re hatin nîşandan.