NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 63’yemîn a şerê Îsraîl-Hamasê de li bajarên mezin ên Şerîda Gazzeyê û derdora wê pevçûnên dijwar diqewimin. Başûrê Lubnanê jî bi dijwarî hat bombebarankirin. Şerê ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir ket roja 63’yemîn. Li gorî bîlançoya herî dawî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê roja Pêncşemê da, li Xezeyê hejmara miriyan derket 17 hezar û 177an ku ji sedî 70yê wan jin û zarokên ji 18 salî biçûktir in.
Hat ragihandin ku di saetên serê sibê yên Înê de li bajarên herî mezin ên Zîvala Gazayê û derdora wê pevçûnên dijwar qewimîn. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrîşan de 40 kes li nêzîkî bajarê Xezeyê, bi dehan kes jî li Cebeliya li bakur û Xan Yûnis li başûr jiyana xwe ji dest dane.
91 leşkerên Îsraîlê mirin
Piştî qonaxa yekem a operasyona bejayî ya Îsraîlê ku li bakurê axa Filistînê ye, artêşa Îsraîlê vê hefteyê operasyonên xwe ber bi başûr ve berfireh kir, ku nêzîkî du milyon sivîl lê asê mane. Li gor daxuyaniya dawî ya artêşa Îsraîlê, di pevçûnên li Xezeyê da kurê Gadî Eisenkotê Serokê Sererkaniyê yê berê û endamê Kabîneya Şer a Benjamin Netanyahu jî di nav da bi tevahî 91 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.
Bomberdûmaneke dijwar li ser başûrê Lubnanê
Li gorî medyaya Lubnanê, şeva Pêncşemê başûrê vî welatî rastî bombebarana tund a Îsraîlê hat. Li gundê Mejdel Zun ê Îsraîlê di êrîşa li ser malekê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn. Lîwayên Quds, baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê jî êvara Pêncşemê kuştina 2 şervanên xwe li başûrê Lubnanê ragihand.
LI ŞERÎAYA ROJAVA ZÊDEYÎ 250 KES MIRIN
Li gorî agahiyên ajansa nûçeya Fîlîstînê Wafayê ku xwe dispêre çavkaniyên Heyva Sor, dîsa li bakurê Şerîaya Rojava, roja Çarşemê di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser kampa Faraa de du Fîlîstiniyên ku temenê wan 16 û 18 bûn, mirin û 3 Fîlîstînî jî birîndar bûn. Li gorî Rêveberiya Fîlîstînê ji 7’ê Cotmehê ve li Şerîaya Rojava herî kêm 257 Fîlîstînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve yan jî niştecihên Îsraîlî ve hatine kuştin.